HDP'iyan ji Amedê berê xwe dan Edeneyê

Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê dewam dike. Meşvan ji Amedê bi rê ketin û berê xwe dan Edeneyê. Polîsan hewl dan li pêşiya meşvanan bibin asteng, lê nekarîn.

Meşa Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dike. Baskê Colemêrgê yê meşê bernameya xwe ya li Amedê qedand. Endamên partiyê ku parlamenter jî di nav de ne, ji bo meşa xwe bidomînin li derketina bajêr li hev kom bûn.

HEWLDANA JI BO ASTENGKIRINA WEKÎLAN Û ÇAPEMENIYÊ

Parlamenteran li vê derê xwestin bi rengekî komî wêneyekî bikişînin, lê polîsan hewl dan bibin asteng. Wekîlên HDP'î nerazîbûn nîşan dan, lê polîsan dor li wan girtin. Polîsan nehiştin ku çapemenî dîmen bikişîne, wekîlan jî bi çepikan ev yek şermezar kirin.

Wekîlên HDP'î bi çepik, tilîlî û dirûşma "Bijî berxwedana HDP'ê" hatin birêkirin. HDP'iyan berê xwe dan Edeneyê.