HDP’î bi Partiya Keskan re civiya

Heyeta HDP’ê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di nav de bi Hevserokê Partiya Keskan a Ewropa Evelyne Hûytebroeck û Hevserokê Komîsyona Parlemetoya Tevlîhev a YE-Tirkiye Sergey Lagodînskyî re civiya.

Heyeta HDP’ê ya ji Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, Serokwekîlê HDP’ê Sarûhan Oluç, Alîkara Hevserokê Giştî yê Berpirsê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve Feleknas Ûca pêk tên, bi heyeta bi pêşengtiya Hevserokê Partiya Keskan a Ewropa Evelyne Hûytebroeck û Hevserokê Komîsyona Parlemetoya Tevlîhev a YE-Tirkiye Sergey Lagodînskyî re civiya.

Heyeta HDP’ê di hevdîtinê de êrîşên li ser partiya wan, biryara Daîreya Mezin a DMME ya têkildarî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ku wê di Komîteya Wezîran a ku wê navbera 9-11’ê Adarê de bê lidarxistin, nêrîn dane.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Elmanya û welatên YE’yê ji pêkanînên bê hiqûqî yên desthilata AKP’ê  berpirs in.

Di hevdîtinê de heyeta Partiya Keskan jî diyar kir ku li idjî hemû êrîşên li ser HDP’ê û beşên muxalîf di nava piştevaniyê de ne, wê ji nêzîk ve biryara Demîrtaş a Daîreya Mezin a DMME’yê bişopîne.