HDP çû serdana Nobeta Edaletê ya li Wanê

Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê çû serdana Nobeta Edaletê û got “Em tecrîdê û bernedana girtiyên nexweş qebûl nakin.”

Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 76’emîn de didome. Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê çû serdana Nobeta Edaletê û peyama xwedîlêderketina nobetê da.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê Cevdet Altindag diyar kir ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bernedana girtiyên nexweş qebûl nakin û got “Li girtîgehan zextên li ser girtiyan zêde dibe. AKP li gorî qanûnên xwe jî tevnagere. Em vê berxwedana malbatan pîroz dibînin. Em HDP bi Nobetên Edaletê re ne.”