HBDH’ê li Amedê li polîs û notirvanan da

HBDH’ê diyar kir ku wan li Amedê li polîs û notirvanan dane û gotin “Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî têkoşîna şoreşa yekgirtî bibin û rabin ser pêyan.”

Milîsên Sînan Dêrsim ên Kurdistanê yên HBDH’ê li Amedê li polîs û notirvanan da.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 30’ê Nîsana 2021’an de li Taxa Îskender Paşa ya Amedê li dijî polîs û notirvanên şaredariya qeyûm û qeymekamtiyê diparêzin, hêzên me çalakiyek kirin. Di çalakiyê de polîs û notirvan birîndar bûne lê hejmara rastîn nehatiye tespîtkirin. Ev çalakî di çarçoveya pêngava tolhildana şoreşgerî ya Sînan Dêrsim ê ku Endamê  Komîteya Rêveber a HBDH’ê de hate kirin. Piştî vê çalakiyê hêzên me bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

Em bang li gelê xwe dikin ku bila tevlî têkoşîna şoreşa yekgirtî bibin, têkevin nav hêzên antî-faşîst û li dijî faşîzmê rabin ser pêyan. Em wan têk bibin, wê hilweşin!”