HBDH'ê dest bi 'Pêngava Tolhildanê ya Sînan Dersim' kir

Milîsên Kurdistanê yên HBDH'ê ragihand ku bi navê Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sînan Dersim li her derê dest bi 'pêngava tolhildanê' dikin.

Milîsên Kurdistanê yên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bi navê Endamê Komîteya Rêveber a HBDH'ê Sînan Dersim dest bi pêngaveke tolhildanê dikin.

Daxuyaniya HBDH'ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Li dijî barbariya dewleta Tirk a faşîst em dest bi pêngava tolhildanê ya şoreşgerî ya Şehîd Sînan Dersim dikin. Dewleta Tirk a faşîst qirker piştî her têkçûnê li dijî gelên me û hevrêyên me dest bi seferberiya komkujiyê dike. Hewl dide heyfa her derba ku dixwe ji mirovên me, ji xwezaya me û hevrêyên me yên şehîd bûne hilîne.

Rejîma dîktator Erdogan û faşîzma Tirk ku xwe ji komkujî û qirkirinê xwedî dikin, li pêşberî têkoşîna me ya azadiyê têk diçin. Faşîzma Tirk hewl dide vê tirsa xwe bi rêya teknîkê ji holê rake û bênavber bombeyan li qadên azad dibarîne. Di êrişa namerdîya 27'ê Cotmeha 2020'î de Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê hevrê Sînan Dersim şehîd bû. Hevrê Sînan Dersim ku jiyana xwe da têkoşîna li dijî faşîzmê, bûye rêgeha têkoşîna me û banga wezîfeyê."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên HBDH'ê hemûyan û gelan hate kirin ku li dijî tarîtiya faşîzmê bi rengekî hevpar li ber xwe bidin û hate gotin, "Em bang dikin ku pêngava tolhildanê ya di şexsê hevrê Sînan de hatiye destpêkirin bi germahiya meha Gulanê li her derê rabin serhildan û berxwedanê, her qadê li dewlet Tirk veguherîne dojehê û hesabê her dilopa xwînê ya hatiye rijandin bipirse."