HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li dijî lûleya petrolê ya Mereşê li xwe girt

Milîsên HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li navçeya Pazarcix a Mereşê li xwe girt, ku di encamê de lûleya petrolê hate îmhakirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "18'ê Çileya 2022'an, milîsên me yên HBDH'ê lûleya petrolê ya li Mereş/Pazarcixê bi teknîkeke taybet îmha kirin. Milîsên me piştî çalakiyê bi rengekî ewle li baregehên xwe vegeriyan."

Di heman daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Milîs û gerîlayên HBDH'ê her kêliyê û li her cihî hêza xwe ya çalakiyê birêxistin dike. Çalakiya me ya li Mereşê ji bo hilanîna tola gelên me yên bindest, çîna karker, kedkar, berxwedêrên li zindanan û tolhildana bi dehan şoreşgerên ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin, pêk hatiye. Haya gerîlayên HBDH'ê ji her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê û hevkarên wê heye. Wê hesabê komkujiyên ku wan kirine bipirse û planên wan ên komkujiyan têk bibe. Ti hesab wê bêbersiv nemîne. Ji niha û pê ve bila bê zanîn; kî zilmê li gel bike, li şoreşgeran bixe, hewl bidin rûmeta kedkaran binpê bikin û yên piştgiriyê didin faşîzmê, wê gerîla û milîsên HBDH'ê li hemberî xwe bibînin.

Faşîstên tirsonek ên ji pişt ve li Hrant xistin, xulamên faşîzmê yên ku li zindanan êrişî şoreşgeran dikin û yên ku piştgiriyê didin wan û wan diparêzin; em we baş nas dikin. Em ê rojekê ji nişka ve bên. Febrîqeyên we hebin em ê wan bişewitînin, yatên we hebin em ê wan noqî binê avê bikin, petrola we hebe em ê îmha bikin, li hemberî canekî ku we ji me stand em ê hezarî ji we bistînin, hesab bipirsin. Dewlemendên ku keda karker û tedkaran dixwin, me ê çavkaniyên pereyên we yên ku dişîne ji şerê qirêj ê li Kurdistanê re bişikînin.

Îro salvegera mirina Hrant Dînk e. Hrant hîn ê di bîra me de ye, yên ku Hrant qetil kirin li hember lûleya tivinga me ne. Îro li zindanan berxwedan heye. Bîranîna yên ku bi berxwedanê nemir bûn wê ti carî neyê jibîrkirin. Lûleyên tivingên me wê hesab ji faşîzmê bipirsin. Bi navê gerîla û milîsên HBDH'ê em vê çalakiya xwe diyarî Hrant Dînk û girtiyên şoreşger ên li zindana li ber xwe didin, dikin."