Hawreman her werzê bedew e
Hawreman ji hêla erdnîgarî û xwezaya xwe ve yek ji herêmên herî bedew a Kurdistanê ye. Hawreman her werza salê bi rengê xwe bedew û mirov sersûrman dike.
Hawreman ji hêla erdnîgarî û xwezaya xwe ve yek ji herêmên herî bedew a Kurdistanê ye. Hawreman her werza salê bi rengê xwe bedew û mirov sersûrman dike.
Her dever û herêmeke Kurdistanê bi xweza û erdnîgariya xwe bedewiyek cuda heye. Ji Bakur bigire heta Başûr ji wir heta Rojava û Rojhilat herêmên herî bedew li xwe digirin.
Hawreman jî yek ji herêmên dikeve nava sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, beşek dikeve aliyê Başûr û beşek jî dikeve aliyê Rojhilatê Kurdistanê.
Hawreman bi xweza û xweşikiya xwe tê nasîn û dîsa jî malên li dû hev li kendalê hatî çêkirin cihê xwe di dile her kesê de girtiye.
Hawreman a dikeve navbera bajarên Kirmanşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê de ku weke ‘Hawremana Text’ tê nasîn a bi çiyayên xwe yên bedew, mîmariya taybet a xwe û bedewiya xwe sala borî ji aliyê UNESCO ve weke herêmeke parastî hatiye qebûlkirin.
Her werzeke salê Hawraman bi bedewiya xwe mirov mest dike û bedew e…