Hatîmogûllari: Me hêviya xwe winda nekir; em ê li kolanan bin

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Hatîmogûllari çû serdana Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê. Hatîmogûllari diyar kir ku wê li kolanan daxwaza edaletê mezin bikin.

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogûllari çû serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li parka Ekîn Cerenê ya li Amedê.

Hatîmogûllari çû serdana parlementerên HDP’ê û got ku bi destê AKP’ê derbeyeke sivîl tê kirin û got, “Di vê serdemê de bi qasî nan û avê, pêdiviya Tirkiyeyê bi azadî û edaletê heye. Gelek derbe hatine kirin. Niha jî bi destê AKP’ê derbeyeke sivîl heye.”

‘HETA AZADÎ Û EDALETÊ EM Ê LI KOLANAN BIN’

Hatîmogûllari got ku ew piştgiriya nobetê ya HDP’ê dikin û di dema serdanê de rastî gelek astengiyên polîsan hatin. Hatîmogûllari bi bîr xist ku li Kurdistanê gelek bajar hatin rûxandin û tiştên niha tên kirin ji yên derbeya 12’ê Îlona 1980’an xerabtir e û AKP hemû kesên ne li ser fikra xwe, pêkutiyê li ser wan dike û got, “Heta ku azadî, edalet û aştî pêk were, çi ji destê me were em ê bikin. Ji ber ku li meclîsê siyaset nayê kirin em ê daxwaza edaletê li kolanan geştir bikin.”

BAYDEMÎR BANG KIR

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr jî ji ber serdana wan spasiyên xwe pêşkêşî Hatîmogûllari kir. Baydemîr diyar kir ku wijdan, edalet û cesaret dikare faşîzmê têk bibe û banga geşkirina têkoşînê kir. Baydemîr got, “Heke bi rastî jî em dixwazin ji vî welatî faşîzm dûr bikeve, em ne bi tenê ne. Bi milyonan kes hene. Divê ew bi milyonan kes ji bo hevgirtinê werin ba hev.”