Guzel: Gelê Kurdistanê ji bo yekitiyê amade ye

Endama Dîwana KCD'ê Mekiye Guzel destnîşan kir, ku gelê Kurdistanê ji bo yekîtiyê amade ye û got, "Li ku deverê li dijî gelê Kurd êrişek bê kirin, li çar parçeyên Kurdistanê dibe yek û li ber êrişan radibe."

Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji her carê bêtir yekîtiya neteweyî ya Kurd bû rojeva Kurdan. Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mekiye Guzel, der barê mijarên neteweya demokratîk û yekîtiya neteweyî de ji ANF’ê re axivî.

‘YEKITIYA NETEWEYÎ ŞERTE’

Guzel da zanîn ku her ku diçe êrîşên li dijî Kurdan zêde dibe û anî ziman ku Kurd ji bo rê li pêşiya van êrîşan bigirin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd şert e û wiha axivî: “Em di sed sala 21’an de dijîn, divê sed salê de jî mijdara herî girîng ya Kurdan yekitî ye. Sedemeke sereke ya çênebûna yekîtiya Kurdan erdnîgariya wan e. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê hatiye parçekirin. Ev parçekirin bi tifaqa hêzên emperyal de çêbûye. Ji ber ku di wê serdemê de Kurd ne yekbûn û kesên ji bo Kurdan têkoşînê bikin tune bû. Lê belê îro firsendekî gelek girîng û mezin ketiye destê Kurdan. Ji ber ku niha li ser erdnîgariya Kurdan şer heye û gefên dijwar li dijî Kurdan heye. Tevahiya dinyayê li ser parçekirina Kurdan diaxivin. Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin û Kurd yektiya xwe ava bikin. Eger ev firsend ji dest biçe wê Kurd 100 salên din jî bê statû bimînin.”

‘KURD JI BO YEKTIYÊ AMADE NE’

Guzel anî ziman ku gelê Kurd li qadan ji bo yekîtiya neteweya Kurd amade ye û wiha pê de çû: “Li kijan cihî êrîşê li ser Kurdan hebe hemû parçeyên Kurdistanê bi yek dengî li hemberî êrîşan diqîre. Li çar perçeyên Kurdistanê gel bûye yek. Gelên li Kurdistanê jî ji bo yeakîtiyê amade ye. Divê em vê yekîtiya gelan bi mekanizmayê ve girê bidin. Divê em ji cihê ku Kongreya Neteweya Kurd lê mabû berdewam bikin. Divê em êdî yekîtiya neteweyî ava bikin. Em  Yekîtiya Neteweya Kurd ava bikin em dikarin van êrîş  û komkujiyên li ser xwe bişkînin. Li ser rûyê cîhanê 40 milyon Kurd hene. Divê êdî em vê xebatê lez bikin. Ev rastî di dîrokê de derdikeve pêşberî me. Ger ku dema 1'emîn şerê Cîhanê pêk hat Kurdan yekîtiya xwe ava kiribûya, îro nedibûn çar perçe. Wê demê Kurd belavbûyî bûn û yekîtiya wan tune bûn. Ji ber nebûn yek nikaribûn xwe bi rêve jî bibin. Ji ber vê yekê hebûna Kurdan li çar aliyan ji aliyê welatan ve hat înkarkirin. Ji ber Kurd nebûn yek, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hebûna Kurdan înkar kirin. 100 sal in nasname û hebûna Kurdan tên înkar kirin. Ji ber vê yekê îro avakirina yekîtiya Neteweya Kurd pir girîng û ferz e."

‘KURD DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ STATÛ’

Guzel destnîşan kir ku her netew qedera xwe bi destê xwe tayîn dike û got, lê îro qedera Kurdan bi destê kujerê wan tên tayîn kirin û wiha axaftina xwe domand: “ Kurd li Rojhilata Navîn aktorên serek e ne, êdî Kurd xwedî bi hêze ku bixwe bikare çarenûsa xwe diyar bike. Kurd ne mecbûrî jiyana hêzên emperyalîst e ku ji bo wan diyar dike, bijîn. Kurd divê sed salê de dixwazin bibin xwedî statû û qedera xwe bi xwe tayîn bike. Kurdan ev jiyana ku hêzên emperyalîst ferz dike bi têkoşînê guherand. Li Rojava li dijî zilim û dagirkeriyê tekoşînek mezin heye. Li Rojhilat Kurd rabûne li ser lingan û Başûr xwedî li îradeya xwe derdikeve. Di her alî de Kurd yektiyê diqîrîn û dixwazin ev sed sal bibe sed sala Yektiya Neteweyî ya Kurd.”