Gundiyên Sînemokê: Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk

Ji zarokên 5 salî heta mirovên bi emr, gundiyên Sînemokê yê herêma Qendîlê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn û gotin, "Em ê cih û warê xwe neterikînin, em ê rê nedin dagirkeriyê."

Bomberdûmana dewleta Tirk a li Qendîlê dewam dike. Yek ji gundên Qendîlê ku dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk, gundê Sînemokê ye. Gundiyekî Sînemokê dilsoziya xwe ya bi welêt re nîşan da û got, "Vaye niha jî balafir li ser herêmê digerin. Ne diyar e ku li ku derê bixin. Lê ji bo me di navbera gel û gerîla de ti ferq nîne. Gel û gerîla yek e. Wan dagirkeran, di bin navê êrîşa dijî gerîla de bi sedan sivîlên li herêmê şehîd xistin. Em cih û warê xwe naterikînin û em ê li dijî wan têbikoşin. Dijminên dagirker mîna her carê dîsa dixwaze welatê me dagir bike. Lê bila zanibin, em ê ti carî rê nedin wan."

Şer ji aliyê fîzîkî û derûnî ve herî zêde bandorê li zarokan dike. Zarokên bi navê Yara, Mihemed, Nûjîn û Hêlîn jî wiha axivîn: "Em gelekî ji gundê xwe hez dikin. Em ê her tim li gundê xwe bimînin. Gundê me ji bajaran xweştir e. Niha jî dijmin dixwaze bikeve nava axa me. Lê em nahêlin. Em ê tevî malbatên xwe li gundê xwe bin. Em ti carî ji dewleta Tirk natirsin."