Gundiyên ku nerazîbûn nîşanî VEDAŞ’ê dan hatin destgîrkirin

Li gundê Basanê di navbera xebatkarên VEDAŞ’ê û gundiyan nîqaş çêbû. Êrişî gundiyan hate kirin û gundî hatin destgîrkirin.

Li gundê Basan ê bajaroka Bajêrge ya Gevera Colemêrgê di navbera xebatkarên Belavkirina Elektrîkê ya Vangolu (VEDAŞ) û gundiyan de nîqaş çêbû. Piştî nîqaşên leşkerên Tirk tevî xebatkarên VEDAŞ’ê li gundan geriyan û êrişî gundiyan kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku leşker dema mirovan destgîr dikin, li wan didin.

Li gundê Şûkeyan a Geverê jî ji ber kontrola saetên elektrîkê di navbera gundiyan û xebatkarên VEDAŞ’ê de nîqaş çêbûbû û 6 kes hatibûn destgîrkirin. Hate diyarkirin kesên hatibûn destgîrkirin, piştre hatine berdan.