Gundiyên ku giliyê leşkerên êrişkar kirin, ketin ber lêpirsînê

Li Wanê, gundiyên ku giliyê leşkerên êrişkar kirin, ketin ber lêpirsînê. Dozgeriyê xwest gundî bêne cezakirin.

Gulana 2021'ê li gundê Şexan ê navçeya Payîzava ya Wanê, gundiyan li dijî çêkirina kana mermerê li ber xwe dan, lê leşkeran gule li gundiyan reşandin. Hin ji gundiyan birîndar bûn, 12 gundî jî hatin destgîrkirin.

Tevî ku cihê tê xwestin kana mermerê lê bê çêkirin çêrgeha gund e, radestî xezîneyê hate kirin û li axurên li qadê hatin xerakirin. Gundiyan jî nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Piştî êrişa leşkeran a li ser gundiyan axur hatin xerakirin. Gundiyên ku hatin destgîrkirin, piştî îdaeya wan a li qereqolê hatin berdan.

Qeymeqamtiya Payîzavayê jî bi daxuyaniyekê îdîa kir ku leşkeran ji bo hişyarkirinê gule berdane hewayê, kes birîndar nebûye û hin leşker bi keviran birîndar bûne.

GUH NEDAN GILIYÊ GUNDIYAN, LÊ JI BO LEŞKERAN DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIR

Têkildarî bûyerê gundî û leşkeran giliyê hev kirine. Dozgeriya Komarê ya Payîzavayê guh neda giliyê gundiyan, lê ji bo leşkeran dest bi lêpirsînê kir.

Çawişê Pispor ê li Fermandariya Jendermeyan a Guzelsûyê Rahmî Azatli gilî kir û li ser vê gilişyê Serdozgeriya Komarê ya Payîzavayê gilînameyek amade kir. Di gilînameyê de hate îdîakirin ku ji gundiyan Hadî Yucel li Çawişê Pispor Rahmî Azatli xistiye.

DOZGERIYÊ XWEST KU BÊ CEZAKIRIN

Di doza têkildarî mijarê de Hadî Yucel di îfadeya xwe de anî ziman ku armanca wî astnegkirina hilweşandina axuran bû û hingî rageşî çêbû. Dozgeriya Komarê ya Payîzavayê jî îdîa kir ku 'li ser sûcê' Hadî Yucel bi têra xwe delîl hene û xwest bê cezakirin.

Dozgeriyê gilîname ji Dadgeha Ceza ya Asliye ya Payîzavayê re şand.