Gunay: Wê HDP berpirsiyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku li Dêrsimê bi gel re hat ba hev bal kişande ser girîngiya Tifaqa Ked û Azadiyê û got, “Wê HDP berpirsiyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne.”

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Meletî û Xarpêtê çendek hevdîtin bi gel re kirin, derbasî Dêrsimê bû. Şandeya ku ji Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Alîcan Onlu, Ayşe Surucu û Necdet Îpekyuz jî di nav de bûn, li avahiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de endamên PM’a partiyê, rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan, endamên şaredarî û meclisa giştî ya bajêr jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay destpêkê Aysel Dogan ku salek berê li Ewropayê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û wiha got: “Em ê xwedî li mîrasa Aysel Dogan derkevin. HDP li kolanan bi jinan re, bi ciwanan re tê ba hev û rêxistiniya xwe bi hev re ava dikin. Divê têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên faşîst û qirker ên AKP-MHP’ê ya li kolanan bê mezinkirin. Em lewma li vê derê ne. Dêrsim bo me girîng e. Xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Êrîşeke mezin li ser partiya me heye. HDP jî li her deverê li ber xwe dide. Hêza alternatîf a HDP’ê û şêweyê siyaseta wê, nîşan dide ku hemû nasnameyên li Tirkiyeyê dikarin bi hev re bijîn. Tevî hemû gefên girtinê û dozên kompasê jî li ber xwe dide.”

Gunay, da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê nikare welêt birêve bibe û wiha bi dawî kir: “Dixwaze bi konsepta şer desthilatdariya xwe biparêze. Serî li polîtîkaya dijminatiyê dide. Ya ku vê herî baş dizane Dêrsim e ku xwezaya wê tê talan û wêrankirin. Siyaseta tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan, siyaseta dijminatiyê ye. Me jî li dijî şer û tecrîdê, têkoşîna azadî û demokrasiyê da. Civakên Tirkiyeyê mecbûrên siyaseta du qutb û desthilatdarî û muxalefeta dişibe hev nîne. Li dijî wan, Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyeke xurt heye. Ji bo avakirina vê xetê jî Wê HDP berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne. HDP; hêviya jinan, ciwanan, kedkar û hemû baweriyan e.”

Piştî axaftina Gunay, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Şandeya HDP’ê wê piştî civînê biçe serdana esnafan.