Gunay: Gel wê dawî li we bîne

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bernameya meha Adarê eşkere kir. Gunay ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê jî got, "Gel wê dawî li we bîne."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li avaniya navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Gunay diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng û krîtîk de ye û got, "Vê desthilatdariyê welat xistiye nava tuneleke tarî. Civak bi temamî di nava polîtîkayên tirsnak de hatiye hiştin. Desthilatdarî di vê çarçoveyê de êrişî partiya me dike. Armanca êrişan ne tenê HDP ye, di şexsê HDP'ê de li dijî partiyên muxalefetê hemûyan ên serî li ber wan natewîne operasyonê dikin."

Ebrû Gunay bi bîr xist ku ji meha Sibatê ve nêzî 500 endam û rêveberên wan hatine destgîrkirin, nêzî 40 jê hatine girtin û polîsan avêtin ser gelek avahiyên partiya wan ên bajar û navçeyan.

Ebrû Gunay bal kişand ser fezlekeyên li dijî 9 parlamenterên HDP'ê hatine amadekirin ku Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî di nav de ye û bi bîr xist ku ev fezleke bi fermana şirîkê biçûk ê desthilatdariyê MHP'ê ve bi mejiyê nijadperestî tên amadekirin.

'DESTHILATDARÎ LI DIJÎ GELÊ KURD E'

Ebrû Gunay got, "Derdê desthilatdariyê ne em e, derdê desthilatdariyê gelê me ye, xeta me ya siyasî ye ku li Tirkiyeyê hatiye pejirandin" û bal kişand ser gotina Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Mehmet Ozhasekî ku ji bo dengê HDP'ê gotibû, "Lenet li dengê wan bê. Bila Xwedê belayê bide dengê wan." Ebrû Gunay destnîşan kir ku desthilatdariyê bi van gotinan dijminatiya xwe ya li alîgirên demokrasî, aştî û wekheviyê anî ziman. Ebrû Gunay destnîşan kir ku ev yek nîşaneya dijminatiya desthilatdariyê ya li îradeya gel e û got, "Dijminê mafê hilbijartina bi îradeya azad a civakê ye. Civakeke azad naxwazin, ew civakeke welê dixwazin ku bêşert û merc a wan qebûl dike."

'GEL WÊ DAWÎ LI WE BÎNE'

Gunay bi bîr xist ku bi hinceta şewbê ceza li her kesên tevlî kongre û çalakiyên HDP'ê bûne hatiye birîn û got, "Hûn ê rabin daxuyaniya me ya bi beşdariya 10-15 wekîlan a li ber deriyê Kapikoyê asteng bikin, hûn ê ceza li welatiyên ji neçarî li derve dimînin bibirin, lê di heman demê de jî pesnê xwe bidin ku kongreyên AKP'ê bi 'têr û tijî' pêk hatine. Ne ew girseya ku we li mînîbusan barkirine, lê belê ew esnafên ku nikare kirêya xwe bide, ew ciwanên bêkar mane, jin ên bêkar mane, xwendekarên bêyî perwerdeyê tevlî ezmûnan tên kirin, wê manîfestoya we ya dawî binivîsînin, wê dawî li we bînin."