Gunay: Divê em piştgiriya bi girtiyên jin re mezin bikin

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku girtîgeh veguherîne qadên mirinê û got, "Di bingeha zilmê de tecrîda li Îmraliyê heye." Gunay ji bo piştgiriya bi girtiyên jin re bang kir.

Berdevka Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li Wanê bi parêzerên jin re hevdîtin kir. Di civînê de ku Baroya Wanê pêk hat, gelek parêzerên jin tevlî bûn.

Ebrû Gunay bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Di şexsê Aysel Tûglûk de pirsgirêkên girtiyên nexweş pê re rû bi rû dimînin bêhtir hate dîtin. Em di pêvajoyeke welê de ne ku girtîgeh veguherîne cihê mirinê, cihê kuştinên kiryar nediyar."

Ebrû Gunay got, "Çawa ku li derve em bi piştevaniya jinê dikarin destketiyên xwe yên jinê biparêzin, li girtîgehan jî divê em piştgiriya jinan bikin, piştevaniyê xurt bikin."

'DI BINGEHA ZILMÊ DE TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HEYE'

Gunay bi bîr xist ku piştî şewbê li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û got, "Rojek nîne ku êşkence, kiryarên xerab û kuştin nebe. Tenê di nava du mehên dawî de bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hemû jî li hucreyên yek kesî, bi xemsarî û polîtîkayên dijminatiyê hatin kuştin. Ya li girtîgehan diqewime mirin nîne, hemû jî kuştin e. Di rewşeke wiha de pêwîstiya me pê heye ku bi taybetî li hevalên xwe yên li girtîgehê xwedî derkevin. Em zanin ku di bingeha vê zilmê de tecrîda li Îmraliyê heye. Em baş zanin ku sîstema tecrîdê li tevahiya girtîgehên li Tirkiyeyê hatiye belavkirin."

Piştî axaftina Gunay civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.