Gula ku bi xwînê sor bûye

Bi biharê re Kurdistanê bi kulîlkên cûr be cûr dixemile. Lê li çiyayên Kurdistanê kulîlkek heye ku ji bo gerîla xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Şilêr.

Em li Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Bi meha Nîsanê de çiyayên Kurdistanê bi Şilêran dixemile.

Ev kulîlka ku ji hemû gul û kulîlkên cîhanê cudatir vedike, divê wateyeke xwe ya cuda hebe. Bi vê fikir û baweriyê, em ji nava Şilêran ber bi kampeke gerîla ve dimeşin. Gerîla bi silaveke germ û ji dil, bi xêrhatina mêvanê xwe dikin.

Di vê navberê de ji radyoyê nûçe tên ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Bradostê didomin. Li gel çaya gerîla em dest bi sohbetê dikin.

Mîna her carê sohbeta me li ser berxwedanê ye. Piştre gotin diçe ser rewşa dawî ya siyasî, taktîkên leşkerî, polîtîka rojane, rewşa welêt û şer...

Çalakiya vê dawiyê ya li girê Lêlîkanê vê gavê li ser zimanê gerîla ye. Tê gotin ku bersiveke xurt ji artêşa dagirker re hatiye dayin û çalakiyên bi vî rengî wê bi xurtî dewam bikin. Şerekî giran diqewime.

Ji bo gerîla cih û wateyeke cuda ya xwezayê heye. Roja diçe ava, Şilêrên ku çiyê dixemilînin, xwe dibiriqîne. Li ber bayekî hênik. Di vê kêliyê de tu tişt li ber çavên min dikevin. Yek jê Şilêr e, ya din jî gerîla.

Dipirsim, 'Gelo çima Şilêr û gerîla xweş li hev tên?"

"Şehîd rabûye silavê! Ma tu nabîne? Binere!"

Ev gotin ji bo min gelekî zehmet e, dikim nakim nikarim fêhm bikim. Gerîlayekî din bi zimanekî zelal vedibêje:

"Eger gule bi xwînê sor bûbe, gulek vedike li çiyê bi awayekî berevajî hemû cîhanê. Ji ber vê yekê jiyan pîroz dibe. Ji ber vê yekê her şehîdek kulîlkeke nû ye, her Şilêr îhtişameke cuda ye."

Xuya ye ev rewş eşqa welatekî bi kulîlkekê re ye, eşqa kulîlkekê bi şehîd re ye, eşqa şehîd bi her tiştên zindî re ye. Navê vê jî Kurdistan e.