Guhdarîkirina li muzîka Kurdî jî weke sûc hate nîşandan

Gilînameya li ser 9 siyasetmedarên Kurd ên li Wanê hatin girtin, piştî 6 mehan hate amadekirin. Di gilînameyê de guhdarîkirina li muzîka Kurdî û girêdana çarika kesk, sor û zer weke sûc hate nîşandan.

Li Wanê 11'ê Gulanê di sergirtina avahiya DBP'ê ya Bajêr û malan de Hevseroka TUYA-DER'ê Aynûr Bagiş û endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Miyaser Çelîk jî di nav de 11 kes hatibûn binçavkirin.

9 ji van siyaetmedaran bi îdîaya "endametiya rêxistinê û "bi navê rêxistinê kar kiriye" hatin girtin.

Piştî 6 mehan der barê wan de gilîname hate amadekirin. Ji ber ku delîleke şênber li hemberî Aynûr Bagiş nedît, dozgeriyê guhdarîkirina li muzîka Kurdî weke "muzîka rêxistinî" û bikaranîna çarika kesk sor û zer jî weke "endametiya rêxistinê" nîşan da.

Di gilînameyê de, ji bo Miyeser Çelîk jî rûniştina li kafeyê bi hevalên xwe re weke 'civîna rêxistinî' hate nîşandan.

9 siyasetmedar wê 26'ê Cotmehê derkevin pêşberî dadger.