Grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê didomin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatibû destpêkirin, di serî de li Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr û gelek Welatên Ewropa bi biryardarî dest pê kir û didomin.

Çirûska berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a 7’ê Mijdara 2018’an dest pê kiribû, bi rêzê ve li Hewlêr 21’ê Mijdarê dest pê kir û 23’ê Mijdarê jî ji aliyê Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz ve veguherî bêdawî û bêdorveger.

 Her wiha li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ve 14’ê Kanûnê greva bêdawî û dorveger, li Mexmûrê jî 16’ê Kanûna 2018’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger li Saziya Malbatên Şehîdan û li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî 17’ê Kanûna 2018’an greva bêdawî û bêdorveger a endamên sazî û dezgehên Kurdî tevlî bûbûn dest pê kirin. Herî dawî li Başûrê Kurdistanê li Şengalê 6’ê Çileya 2019’an grev ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve destpê kir.

LI HEWLÊRÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDAWÎ Û BÊDORVEGER DESTPÊ KIR

Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê li navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêr 21’ê Mijdara 2018’an çalakiya greva birçbûnê dest pê kir.

KOMA 1’Ê

Li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 21’ê Mijdara 2018’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger bi tevlîbûna 7 welatiyên Bakurê Kurdistanê yên ji ber kiryar û êrîşên qirkirina siyasî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

KOMA 2’AN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger bi dewirgirtina koma duyem a 23’ê Mijdara 2018’an re Endamê Meclîsa HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. Grev bi 6 kesan dom kir.

KOMA 3’AN

Koma siyemîn a çalakiyê 25’ê Mijdara 2018’an bi tevlîbûna koman nû ya ji 6 welatiyên Bakurê Kurdistanê pêk tê hate dewirgirtin.

KOMA 4’AN

Çalakiya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê didome bi dewirgirtina 6 welatiyên nû ya 27’ê Mijdara 2018’an dewam kir.

KOMA 5’AN

29’ê Kanûna 2018’an jî çalakiya grevê bi komeke nû ya ji 11 kesan hate dewirgirtin û çalakiya greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ya bêdawî û bêdorveger jî kete roja 9’an dom dike.

KOMA 6’AN

Koma 6’an bi tevlîbûna 7 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên ji ber êrîş û gefên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih bibûn, 01’ê Kanûna 2018’an çalakî hate dewirgirtin.

KOMA 7’AN

Çalakî di roja 14’an de bi tevlîbûna 6 kesan 03’yê Kanûna 2018’an hate destpêkirin.

KOMA 8’AN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a Hewlêrê bi kome 8’an a ji 7 jinan pêk tê, 5’ê Kanûna 2018’an dewam dike. Her wiha çalakiya grevê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 16’an de dewam dike.

KOMA 9’AN

Greva 7’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna komeke nû ya ji 7 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê hate dewirgirtin.

KOMA 10’AN

Koma 10’an çalakiya greva birçîbûnê ya li Navenda HDP’ê ya Hewlêrê 09’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna 7 kesan di roja 21’an de didome.

KOMA 11’AN

Çalakiya greva birçîbûnê 11’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna 6 kesan hate dewirgirtin û çalakiya greva bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz jî di roja 23’an de ye.

KOMA 12’AN

13’ê Kanûna 2018’an, grev ji aliyê komeke jinan a ji 6 kesan pêk tê ve hate dewirgirtin.

KOMA 13’AN

Koma 13’an a çalakiyê bi tevlîbûna 7 welatiyên nû yên Bakurê Kurdistanê, 15’ê Kanûna 2018’an çalakî hate dewirgirtin. Di vê navberê de jî çalakiya Nasir Yagiz jî di roja 27’an de dewam dike.

KOMA 14’AN

Bi tevlîbûna komeke jinan a ji 9 kesan pêk tê 17’ê Kanûna 2018’an çalakî hate dewirgirtin.

KOMA 15’AN

Di roja 28’an de çalakî bi koma 15’an a ji aliyê 6 kesan ve 19’ê Kanûna 2018’an hate dewirgirtin. Nasir Yagiz ê tevlî çalakiya bêdawî û bêdorvger bûyî bi daxuyaniyên didin, tîne ziman ku heta şikandina tecrîdê wê çalakiya xwe bidomîne.

KOMA 16’AN

Bi tevlîbûna komeke nû ya ji 6 ku Kawa Nadîr, Dr. Kasim û Îdîrs Sadik ji di nav de yên ji akademîsyen û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê pêk tên 21’ê Kanûna 2018’an çalakî hate dewirgirtin.

KOMA 17’AN

Koma 17’emîn a ji 6 kesan pêk tê, 23’yê Kanûnê çalakî dewirgirtin. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz a bêdawî û dorveger jî di roja 33’an de ye.

KOMA 18’AN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Navenda HDP’ê ya Hewlêrê dom dike, 25’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna komeke nû ya 6 kesan pêk tê dom kir.

KOMA 19’AN

27’ê Kanûna 2018’an greva li Hewlêrê bi komeke ji 7 kesan dewam kir.

KOMA 20’AN

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 40’î de bi dewirgirtina koma 20’î ku ji 7 kesan pêk tê, 29’ê Kanûna 2018’an dom kir.

KOMA 21’Ê

Koma 21’ê bi tevlîbûna 6 welatiyên Bakurê Kurdistanê 31’ê Kanûna 2019’an destpê kir. Her wiha çalakiya Yagiz ê ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvger jî ketibû roja 42’an.

KOMA 22’AN

Grev 2’yê Çileya 2019’an bi tevlîbûna 4 kesan dom kir.

KOMA 23’AN

Çalakiya greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a bêdawî û dorveger dabû destpêkirin di roja 45’an de dewam e. Çalakiya 04’ê Çileya 2019’an bi tevlîbûna 7 kesan hate dewirgirtin. Li ser navê koma çalakî dewirgirt Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş diyar kir ku wê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin û got: "Nasir Yagiz 45 roj in di grevê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz nebaş dibe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku di mijara tecrîdê de bi berpirsyarî rabin. Çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin tecrîd tavilê were rakirin. Tecrîda ku ti bingeheke wê ya qanûnî nîne, pêwîste tavilê bê rakirin."

KOMA 24’Ê

Koma 24’ê jî bi tevlîbûna 6 welatiyên cuda yên Bakurê Kurdistanê 06’ê Çileya 2019’an hate dewirgirtin.

KOMA 25’AN

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 49’an de berdewam dike. Koma 25’emîn a ji 10 kesan pêk tê çalakî dewir girt.

LI MEXMÛRÊ GREV DESTPÊ KIR

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî 16’ê Kanûna 2018’an di bin sêwana Meclîsa Gel û Meclîsa Îştarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger destpê kir.

KOMA 1’Ê

Li Mexmûrê greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger 16’ê Kanûna 2018’an bi 15 kesan ji semt, sazî û qadên cuda yên wargehê destpê kir. Her sê rojan kom tê dewirkirin.

KOMA 2’AN

Koma duyemîn 19’ê Mijdara 2018’an bi 16 kesan dom kir. Di vê komê de kesê enternasyonalît ê bi navê Poblo Prîto bi nasnav koçer û welatiyeke mêhvan ên ji Rojhilatê Kurdistanê Kawa Saqiz hebûn.

KOMA 3’AN

Koma sêyemîn jî 22’yê Mijdara 2018’an bi tevlîbûna 19 kesan bi merasîmekê ya amadebûna gel hate dewirgirtin.

KOMA 4’AN

Koma çaremîn 25’ê Mijdara 2018’an bi amadebûna gel û endamên saziyan bi tevlîbûna 19 kesan ku piranî ciwan û jin hate dewirgirtin.

KOMA 5’AN

Koma pêncan jî 28’ê Kanûna 2018’an weke domên din bi tevlîbûna welatiyên ji her semtekê û saziyan bi tevlîbûna 19 kesan ku têde Hevşaredar Ebdulkerîm Tunç, NÇHM, Çapemenî û gelek saziyên din cihê xwe di çalakiyê de girtibûn.

KOMA 6’AN

Koma şeşemî jî 31’ê Mijdara 2018’an ku piraniya xwe xwendekarên Zanîngehê yên ji beşên cuda ku di bin sêwana Yekîtiya Xwendkarên Azad (YXA) ên Mexmûrê de, Saziya Malbatên Şehîdan, Têkiliyên Karê Derve, Weqfa Jinê ya Mexmûr û her wiha saziyên cuda bi tevlîbûna 19 kesan hate dewirgirtin.

KOMA 7’AN

Koma heftemîn mîna her carê bi tevlîbûna gelê wargehê bi merasîmekê 3’yê Çileya 2019’an bi tevlîbûna 17 kesan dom kir.

KOMA 8’AN

Koma heştemîn jî 6’ê Çileya 2019’an bi tevlîbûna welatiyên hemû semtan, Meclîsa Îştar, Saziya Malbatên Şehîdan, Weqfa Jinê ya Mexmûr û Meclîsa Gel a Mexmûr, Saziyên Esnafan û NÇHM 20 kesan hate dewirgirtin.

Di roja 24’an a çalakiya grevê de Meclîsa Zarokên Mexmûrê bi meşekê heta cihê çalakiyê ya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê çûn û li vir bi daxuyaniya dayî çapemeniyê bal kişandin ser rewşa Ocalan û piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê.

SERLÊDAN Û PIŞTGIRÎ

Ji roja yekem a çalakiyê ve welatiyên Mexmûrê her roj bi tevlîbûna gel a her semtekê bi girseyî serdana çalakgeran tê kirin. Her wiha dîsa ji her sazî û qadên cuda yên wargehê ên mîna, Saziya Perwerdê, Qada Civakî, Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) Weqfa Jinê ya Mexmûr, Saziya Karkeran û kom bi kom ji bo piştgîrkirin û moral serdana çalakiyê dikin û bi tevlîbûna çalakî û serdanan govend tê gerandin.

Şevê jî bi bernameyên helbest xwendin, şano, nirxandinên rojevî û gerandina govendê ve bi dawî dibe.

LI SILÊMANIYÊ JÎ ÇALAKIYA GREVÊ DESTPÊ KIR

Li Başûrê Kurdistanê yek ji bajarên ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger destpê kir bajarê Silêmanî bû. Çalakî her du rojan bidorveger û bêdawî hatiye destpêkirin.

KOMA 1’Ê

Li bajarê Silêmaniyê 14’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna koma yekem a 6 kesan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger destpê kir. Piştre çalakî bidorveger bi 4 kesî dom kir.

KOMA 2’AN

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16’ê Kanûna 2018’an bi 4 welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hate dewir girtin.

KOMA 3’AN

Koma siyemîn a çalakiyê 18’ê Kanûna 2018’an bi 4 welatiyên Bakurê Kurdistanê hate dewirgirtin.

KOMA 4’AN

Çalakiya grevê ya bêdawî û bidorveger a li Silêmaniyê hatibû destpêkirin bi koma çaran ya ji aliyê Tevgera Azadî ve 20’ê Kanûna 2018’an bi 6 kesan hate dewirgirtin.

KOMA 5’AN

Koma pêncemîn bi tevlîbûna jinan û welatiyên Bakurê Kurdistanê 21’ê Kanûna 2018’an hate dewirgirtin. Her wiha komek ji 6 kesan ên endamên PJAK’ê heman rojê ji bo piştgirîkirinê ketin girevê.

KOMA 6’AN

Çalakiya grevê bi koma 6’an ya ji 4 welatiyên Bakurê Kurdistanê 23’yê Kanûna 2018’an dom kir.

KOMA 7’AN

Koma heftan 25’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna 4 endamên PYD’ê ve hate dewirgirtin.

KOMA 08’AN

27’ê Kanûna 2018’an komek ji 6 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê çalakî dewir girtin.

KOMA 9’NA

Koma 9’an a çalakiya Silêmaniyê 29’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna 4 kesan ên ji çar parçeyên Kurdistanê dom kir.

KOMA 10’AN

Çalakî di roja 18’an de bi tevlîbûna 4 welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê 31’ê Kanûna 2018’an dom kir.

KOMA 11’AN

Koma 11’an a çalakiyê 02’ê Çileya 2019’an bi 4 kesên ji çar parçeyên Kurdistanê hate dewirgirtin.

KOMA 12’AN

Di roja 20’an de çalakî ji aliyê 4 welatiyên Bakurê Kurdistanê 03’yê Çileya 2019’an ve dewam kir.

KOMA 13’AN

Çalakî 06’ê Çileya 2019’an bi tevlîbûna welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê ji komek 4 kesî pêk dihat.

KOMA 14’AN

Çalakî di roja 26’an de bi koma 14’an bi tevlîbûna 10 endamên însyatîfa gel û malbatên şehîdên saziya malbatên şehîdan ên Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Çileya 2019’an hate dewirgirtin.

PIŞTGIRÎ DI ASTA HERÎ JOR DE BÛ

Di serî de welatiyên Bakurê Kurdistan û saziyên Kurdî yên cûr be cûr ên Başûrê Kurdistanê. Her wiha Tevgera Azadî ya Silêmanî, PYD, Bûroya HDP’ê ya Hewlêr, PADÊ Silêmanî, PADÊ Şengal, Nûnerên ji Ewropa, KODAR, KJR,Nûnerên Kantonên Rojava, TEV-DEM, Kongrya Star, RJAK, Çand û Hunera Silêmanî, Hevserokên Tevgera Azadî ya Silêmanî û rêveberên wê, Komeleya Karkerên Silêmanî, KNK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Koma Miştenûr, Tevgera Azadî ya Germiyan û Kelar, Bereya Gel û Berey Niştimanî Gel. Her wiha dîsa ji gelê Bakûr û Başûrê Kurdistanê çalakvan nehatin hiştina tenê.

KESAYETÊN DESTEK DAN ÇALAKIYÊ

Navê kesayetên piştgirî dan çalakiyê wiha ne:

Dr. Fayiq Qulpî, Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî, Dr. Rabîa, Mûstefa Mûhsîn, Edîp Helebçe, Mamoste Hevjîn Emîn, Dr. Şivan, Ji zanîngeha Silêmanî Mamoste Zengîn, Mamoste Yerîvan.

LI ŞENGALÊ JÎ GREV DESTPÊ KIR

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 6’ê Çileya 2019’an li Hola Laliş a bajarokê Xanesorê bi tevlîbûna 20 ciwanên endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî(YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) destpê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve destpê kir.

Çalakiya greva birçîbunê wê 7 rojan berdewam bike û piştî wê jî wê çalakiyên ji bo rakirina tecrîda ser Ocalan berdewam bikin.

Wê 3 rojên destpêkê çalakî ji aliyê ciwanan ve berdewam bike, piştre endamên sazî û rêxistinên Şengalê çalakiyê dewir bigirin. Her wiha gelê Şengalê jî serdana çalakiyê dikin.