Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz a li Hewlêrê di roja 146'an de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe. Grevên birçîbûnê yên li Silêmanî û Mexmûrê jî bi biryardarî didomin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir belavî her devera Kurdistan û derveyî welat bû. 

Greva birçîbûna ya Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê destpêkiribû di roja 146’an de bi biryardarî dewam dike. 

Bi derbasûna rojan re jî di warê tenduristiyê de her diçe rewşa Yagiz girantir dibe.

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 122'an de di dome. 

Grev ji aliyê koma 62’an a ji 4 welatiyên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê dewam dike.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endama Koordîsansyona Meclîsa Îşatar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 86’an de ye.

Çalakiya bêdawî û bidorveger a hemwext li Saziya Malbatên Şehîdan didome jî bi koma 40 di roja 120’an de dewam e.