Greva li Silêmaniyê di roja 18’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê di roja 18’an de bi dewrgirtina koma ji çar parçeyên Kurdistanê didome.

Komelaya Karkerên Mezopotamya li dijî tecrîda li Îmralî û ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li Silêmaniyê 14’ê Kanûnê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî îro ji aliyê koma 10’emîn a ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ve hate dewr girtin.

Yek ji endamên gruba 10’an Rehman Resûl ku welatiyê Başûrê Kurdistanê ye û di heman demê de Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Azadiye, di derbarê çalakiyê de got: “Tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan bandora xwe li hemû civakê kiriye. Çalakiyên ku li her çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê destpêkirin gelek girîng in. Em jî bi keyfxweşiyê çalakiyê dewr digrin û radigihînin ku wê çalakiyê me bidomin.”