Greva girtiyên Behdînanê di roja 17’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê û ya rojiya mirinê ya girtiyên Behdînanê ket roja 17’an. Asayîş zextan li girtiyan dike daku dawî li çalakiya xwe bînin, lê girtî di çalakiya xwe de bi israrin. Her ku diçe rewşa tenduristiya wan xirabtir dibe.

Ji 6’ê Îlonê ve 4 çalakvanên Behdînanê Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn ên girtî,  dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Çalakiya girtiyan ket roja 17’an.

Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî paşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Birayê Rojnamevan Umêd Beroşkî, Mahir Beroşkî têkildarî rewşa girtiyan diyarkiribû ku wî roja 16’ê Îlonê bi rêya telefonê li gel Umêd Beroşkî çend deqeyek axiviye.

Mahir destnîşan kir ku Umêd ji wî re gotiye ku asayîşa PDK’ê daxwaz ji wan kiriye ku ew dawî li greva birçîbûnê bînin, lê wan ji asayîşêre gotiye heta ku ew neyên azad kirin, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Hêjayî gotinê ye zêdetirî saleke nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin. Li hinek ji wan hikum hatine birîn, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin nejî tên berdan.