Greva birçîbûnê ya li Wanê didome
Greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan dest pê kir, bi koma sêyemîn didome.
Greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan dest pê kir, bi koma sêyemîn didome.
Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, 11'ê Nîsanê li Wanê greva birçîbûnê ya bi dorveger dest pê kiribû. Grev bi koma sêyemîn didome.
Koma sêyemîn ji 11 kesan pêk tê û wê sê rojan di grevê de be.
Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê şanogeran hunera xwe pêşkêş kirin û hunermendên ji Navenda Çandê ya Serhedê stran gotin.