Greva birçîbûnê ya li Wanê didome

Greva birçîbûnê ya li Wanê ku hefteya bihurî ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê dest pê kir, didome. Çalakgeran ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang kirin.

Li dijî bêdengiya li pêşberî berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyên piştevaniyê didomin.

Greva birçîbûnê ya bi dorvegerî roja Înê li rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest pê kir, bi beşdariyên nû didome.

Çalakger dixwazin daxwazaên berxwedêrên greva birçîbûnê bên qebûlkirin.

Ji çalakgeran Ferdî Sertkal diyar kir, heta ku daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Sertkal got, "Ji bo xwedî li daxwazên Leyla Guven û berxwedana li zindanan derkevin me dest bi greva birçîbûnê kirin. Berxwedan roj bi roj mezin dibe û daxwazên tên kirin bûne daxwazên tevahiya gelê Kurd."

Sertkal diyar kir, divê daxwazên çalakgeran teqez bên qebûlkirin û got, "Leyla Guven mafdar e." Sertkal bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin.