Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 10'an dewam dike

Çalakvanên greva birçîbûnê yên Mexmûrê gotin, ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe bidomînin.

Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi amadebûna gelek ji şêniyên wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan, Koma 9’an çalakiya greva birçîbûnê devrê koma 10’an kir.

Destpêkê di şexsê şehîd Bargiran Erkendî de ji bo bîranîna giyanê hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’an a çalakiya greva birçîbûnê Çîmen Bîlen axivî.

Bîlen diyar kir ku ew ji bo piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK’ê tevlî vê grevê bûne û wiha pêde çû: "Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê ne tenê çalakiyên greva birçîbûnê, hemû cûre çalakiyan heta azadiya Rêbertî bidomînin."

Merasîma dewrgirtinê bi xwendina navê endamên koma 10’an ve dom kir. Piştre koma 9’an cihê xwe da koma 10’an.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.