Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku bi pêşengtiya Meclîsa Îştar 9 meh berê hatibû destpêkirin, bi meşeke girseyî bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku bi pêşengtiya Meclîsa Îştar 9 meh berê hatibû destpêkirin, bi meşekî girseyî bi dawî bû. Bi boneya dawîanîna çalakiya greva birçîbûnê gel li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombû û dest bi meşê kirin. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan hatin bilindkirin. Her wiha meşa ku li ber avahiya Malbatên şehîdan dest pê kir, heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî NY dewam kir. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin. Piştî ku meş rawesta di kesayeta şehîd Şûkrî Serhed de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Pakîstan Bîlen ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Îro em dibînin li her cihekî Kurdistanê pêşengên ku em dibêjin nirxên, tekoşîn û dîroka me ye, bi salane di nava tekoşînê de ked dayîn dijmin wan dike hedef. Bi vê jî dixwazin gelê Kurd tine bikin, îradeya gelê Kurd bişkênin, bê hêz bikin û belav bikin. Bila baş bizanibin em bi şehîdên xwe bi hêz dibin, ava dibin û yekîtiyeke hîn xurtir bi me re çêdibe. Li ser vî bingehî armanca me ev e ku em bikaribin bi saya van şehîdan tekoşînê heta serkeftinê bibin. Em dibînîn êrîş li her derê li ser gelê Kurd tê kirin. Armanca dijmin ev e ku va du salên pêşiya me de xwe bigehînin xeyalên xwe yên Osmanî. Armanca wan ya herî bingehîn ev e ku bikaribe peymana Lozanê û di heman demê de dagirkeriya xwe ya duyemîn a Osmanî bi cih bînin, ji bo vê jî êrîşên xwe dijwartir dikin. Em gelê Kurd li beramberî van êrîşan bi îrade û biryardariya xwe li ber xwe bidin û xwe bigihînin serkeftinê, ji ber ku ev mafê me yê rewa ye. Divê em di van du salên pêşiya me de bikin sala serkeftina gelê Kurd.”

Pêngava ku ji aliyê KCK-KJK’ê ve ya bi şîara ‘Bes e ji faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ hat destpêkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Ev çalakî li her derê bi awayên cuda cuda hatin kirin û heta roja me ya îro jî berdewam e. Ev çalakiya ku hatî despêkirin roj bi roj berfirehtir dibe. Ev yek ji aliyê civakên derveyî Kurdan ve jî piştgiriya wê tê kirin. Ev pêngava ku hatî destpêkirin pêngavek rast bû û di berjewendiyê hemû gelên bindest de bû. Her wiha ji bo hîn zûtir em bigehijin azadiya Rêbertî, hevalên me yên zindana bi îradeyek herî xurt dest bi vê çalakiyê kiribûn. Ev çalakî bi mehan bû didomiya, ji bo çalakiyên xwe hîn xurtir bikin, şêwazê çalakiya xwe guherîn û ev çalakiya xwe bi dawî kirin. Em gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hem ji bo piştgirîdayîna çalakiya zindanan û di heman demê de bibin parçeyek ji vê pêngavê, me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev nêzî salekê ye çalakî didome û em dikarin bêjin gelê wargehê di vê çalakiyê de nasnameyek xwe ya berbiçav girt. Her wiha hat dîtin ku weke her carê di van aliyan de gelê wargehê xwedî li erk û berpirsyariyek derketin. Li ruxmê hemû sert û mercan û hemû zorî û zehmetiyan jî me dest ji çalakiya xwe berneda.”

Pakîstan Bîlen herî dawî wiha got: “Li ser bangawaziya ku hatî kirin hevalên me yên zindana dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir. Li ser vê li ser vî bingehî me gelê Wargeha Mexmûr pêwîstî dît ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînin û vê çalakiya xwe veguherin çalakiyên cûdatir. Em hêvîdar in çalakiyên ku ji niha û şûnde yên ku were pêkanîn gelê wargehê bi awayek hîn xurtir lê xwedî derkevin.”  

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.