Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Wanê koma duyemîn didomîne

Girtiyên di Girtîgeha Wanê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê ji aliyê koma duyemîn tê domandin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan li girtîgehên Girtîgeha Ewlehiya Wê Zêde, li Girtîgeha Tîpa T û li Girtîgeha Tîpa F yên Wanê 10 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê 5 roj berê ji aliyê koma duyemîn hate dewrgirtin.

Li sê girtîgehan 30 girtî, greva birçîbûnê didomînin.

Girtiyên MKP’ê yên li Girtîgeha Tîpa F ya Nimreya 2’emîn a Tekîrdagê jî li hemberî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin.