Greva birçîbûnê ya aktivîstên Behdînanê destpêkiribûn kete roja 12’an

Gireva birçîbûnê ya aktivîstên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin dabûn destpêkirin, di roja 12’an de didome.85 rojnamevan û aktivîstên Behdînanî li dijî bêhiqûqîyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, (Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn) dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî paşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Birayê Rojnamevan Umêd Beroşkî, Mahir Beroşkî têkildarî rewşa girtiyan diyar kir roja 16’ê Îlonê birayê wî Umêd Beroşkî bi telefonê çend deqeyek pêre axiviye.

Mahir da zanîn Umêd ji wî re gotiye ku asayîşa PDK’ê daxwaz ji wan kiriye ku ew dawî li greva birçîbûnê bînin, lê wan ji asayîşê re gotiye heta ku ew neyên azad kirin, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Duh bi şev jî Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT)  bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî 11 rojên greva birçîbûnê rewşa tenduristiya girtiyê Behdînan Rojnameger Eyaz Kerem têk çûye û di bin çavdêriya bijîşk de ye.

Hêjayî gotinê ye zêdetirî saleke nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin. Li hinek ji wan hikum hatine birîn, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin nejî tên berdan.