Gotina 'mao' ya li afîşa Kirmanckî bi guman hate dîtin

Afîşa rêxistina HDP'ê ya navçeya Qisle ya Dersimê ku bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî hate amadekirin û gotina 'Yê mao' (ya me ye) hatibû nivîsandin, bi guman hate dîtin û hate rakirin.

Afîşên HDP'ê yên bi Kurdî yên ji bo hilbijartinên xwecihî hatin amadekirin, li gelek bajaran bi hinceta 'wergera şaş' hatin komkirin. Kiryareke sosret a li dijî afîşan li Dersimê derket holê.

Li navçeya Qisle ya Dersimê, gotina "mao" ya di afîşa HDP'ê de hatiye nivîsandin û bi Kurmancî tê wateya "ya me ye" bi guman hate dîtin. Emniyeta Tirk bang li rayedarê buroya hilbijartinê ya Qisleyê ya Yekîtiya Hêza Şoreşger a Dersimê kir û wateya vê peyvê jê pirsî. Xebatkarê HDP'ê jî jê re qala wateya dirûşmê kir.

Lê belê polîsên Tirk gotina "yê mao" ya li afîşê weke "Maoyî" nirxand û der barê afîşê de lêpirsîn dan destpêkirin. Her wiha xwest ku afîşên bi gotina "mao" hemû bên komkirin.

14'ê Adarê jî dadgeheke li Rihayê biryar da ku hevoka "Li dijî şer aştî" şaş hatiye wergerandin û afîşa HDP'ê qedexe kir, her wiha da komkirin.