Goştê heywanê nexweş dan girtiyan

Li  mezbaxaneya Girtîgeha Tîpa T a Qersê, 6 heywanên bi nexweşiya pez ketibûn hatin serjêkirin û goştê wan jî dan girtiyan.

Li girtîgehên Tirk, ku bi her awayî îşkence û binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye, ev kêm ma bû, lê ew jî kirin: Goştê heywanên nexweş bi girtiyan dan xwarin.

Li Qersê, ku sewalkarî çavkaniya debarê ye, gelek caran di nava heywanan de nexweşiya pez rû dide. Ev nexweşî her wiha di nava mirovan de jî belav dibe. Li cihê ku ev nexweşî tê dîtin, di nava şert û mercên normal de karantîna tê kirin. Lê belê li mezbaxaneya Girtîgeha Tîpa T a Qersê ti tedbîr nehate girtin. 6 heywanên bi nexweşiya pez ketin hatin serjêkirin û goştên wan jî bi girtiyan dan xwarin.

Xizmên girtiyan gotin, ev bûyerê hatiye nixumandin. Xizmên girtiyan diyar kirin, ku nexweşiya pez bandoreke giran li mirovan dike û ew ji jiyana girtiyan bi fikar in.