Goran wê ji Bexdayê bixwaze ku leşkerên Tirk derxîne

Berdevkê Navenda Hewlêrê ya Tevgera Goran got, ji bo ku dewleta Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derxînin ew ê daxwazê ji rêveberiya Bexdayê bikin.

Berdevkê Navenda Hewlêrê ya Tevgera Goran Hêmin Mihemed ji Rojnewsê re axivî û got, ‘’Hêzên Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir dikin û sûc dikin.’’

Mihemed got, ‘’Em bi Koalîsyona Demokrasî û Dadmendiyê û Komala Îsalmî re li ser dagirkeriya Tirk axivîn. Ji bo ku em li dijî dagirkeriya Tirk rawestin, me xwest em helwesta wan jî bizanin. Danûstandinên her sê aliyan bi hev re hene. Li dijî sûcên li ser Kurdan em ê xwe bêdeng nekin.’’

Mihemed got, ‘min xwest ku peyameke tund were amadekirin’ û got, ‘’Bi rêya dîplomasiyêû têkiliyên siyasî em ê ji hikûmeta Iraqê bixwazin ku artêşa Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derxînin.’’