Gonul: Di helbestên xwe de tişta min nekarî bikim vedibêjim

Aynûr Gonul ku yekemîn pirtûka wê ya helbestan Xewna Jiyanê hate weşandin got, "Tiştên ku min nekarî bikim bi helbestan min vegot. Min xwe tevlî helbestên xwe kir. Min xeyala jinekê kir û ew jin jî ez bûm."

Aynûr Gonul ku li xaka xwe ji ber newekheviya perwerdeyê nekarî bixwîne û neçar ma ku koçî Stenbolê bike, tevî nebûna derfetan jî yekemîn pirtûka xwe ya helbestan 'Xewna Jiyanê' ji Weşanên Arê çap kir. Gonul dibêje, "Eger jin bixwaze dikare bi ser bikeve."

Gonul dayika du zarokane. Bi salan li atolyeya tekstîlê xebitî û piştre ji bo xurtkirina zimanê xwe yê dayikê li Enstîtuya Kurd a Stenbolê perwerdeya gramera Kurdî wergirt. Piştî demekê bi tecrûbeya xwe û piştgiriya jinan helbestên xwe kir pirtûk. Gonul di pirtûka xwe de ya bi Kurdî qala serpêhatiyên xwe, hesretan, azadiyê, salên bihurî, bîranînê, hezkirin, hest û nêrînên xwe dike.

Gonul dibêje, "Ji zarokatiyê ve min gelekî dixwest bixwînim" û der barê pirtûka xwe de diyar dike, "Min li ber xwe da lê nebû. Dema ku hatim Stenbolê ji bo bixwînim min gelekî hewl da. Çûm Enstîtuya Kurd a Stenbolê, min gramera xwe ya Kurdî xurt kir. Bi demê re min got, 'ez dikarim bikim'. Li pêşiya nivîsa helbestên bi Kurdî ne asteng bû ku dayika du zarokan bûm. Ji ber ku bi Kurdî bû min hîn bêhtir xwe hîs kir. Bi vî rengî min xwest asîmîlasyonê di jiyana xwe de têk bibim. Tevî zext û zorê jî min nivîsî. Min dest bi nivîsandina helbestên bi Kurdî kir. Bi mamosteyên xwe yên Kurdî şêwirîm û piştgiriya min kir. Gelek kesan ji min re got ku 'tu nikare bike'. Lê min dest jê berneda û min kir. Ji bo min bû mûcîze. Bi piştgiriya jinan min ev pirtûk çap kir.

Di helbestên xwe de qala jinan dikim; serpêhatiya dayika min timî derdek bû bi min re. Tişta ku min nekarî bikim bi helbestan min vegot. Min xwe tevlî helbestên xwe kir. Min xeyala jinekê kir û ew jin jî ez bûm. Ez ê nivîsandina xwe dewam bikim. Nivîsandina bi zimanê xwe hesteke xweşe."