Goç-Dera Wanê çû serdana nobeta malbatên girtiyan

Nobeta Edaletê ya li Wanê didome. Seroka Goç-Derê Gulşen Kûrt çû serdana nobetê.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê qediyeya û berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 62’yemîn de berdewam dike. Malbatên girtiyên nexweş nobedê domandin û rêveber û endamên Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) serdana nobedê kirin. 

Seroka Goç-Derê Gulşen Kurt destnîşan kir ku ew xwedî li daxwazên malbatên girtiyan derdikevin û wiha got: “Em her tim li cem dayikan in. Bi salan e li ser gelê Kurd zilm û êşkence tê kirin. Ev îşkence bi dawî nabe. Nemaze li girtîgehan berdewam dike. Ji Zindana Amedê dest pê kiriye heta van rojan hatiye. Mafê jiyanê yê herî bi nirx ji destê girtiyan hatiye girtin û bi her cûre îşkenceyê re rûbirû dimînin. Lê girtî stûyê xwe xwar nakin. Divê binpêkirinên mafan bi dawî bibin û girtiyên nexweş û siyasî werin berdan. Li Tirkiyeyê edalet tenê ji bo hin aliyan heye. Dema li mijar dibin Kurd li vî welatî edalet jî tune ye û namîne. Yên ku ne li ser fikra serwer û desthilatdariyê ne, edalet bo wan nîne. Malbata Şenyaşar bi berxwedanek mezin li edaletê digere û nebûna edaleta li Tirkiyê jî malbata Şenyaşar e.”