Gîvara: Li dijî dagirkeriyê min biryara jiyaneke nû da

“Ji bo tolgirtina şehîdan û tinekirina dagirkeriyê min biryara jiyaneke nû da. Ji bo bersivdayîna dagirkeriya li ser Efrînê min berê xwe da qadên azad.”

Gerîlayê HPG’ê Gîvara Kurdan qala beşdarbûna xwe ya nava refên gerîla kir. Gerîla Gîvara li Başûrê Kurdistanê mezin dibe, li hember zilm û zordariya ku li ser gelê Kurd tê meşandin berê xwe dide Tevgera Azadiyê û hebûna xwe di nava PKK’ê de nas dike.

Gerilayê HPG’ê Gîvara Kurdan li warê fermandar Helmet de ji dayîk dibe û dibe yek ji şopdarê azadiyê. Bi naskirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biryara beşdarbûna gerîlayên azadiyê dide. Sedema tevlîbûna xwe jî wiha vedibêje; “Zordariyeke bê sînor li ser gelê me dihat meşandin, xakên me yên bi nirx dihat dagirkirin, êdî min nedikarî temaşeyî vê dîmenê bikim. Di destpêkê de min ev pirs ji xwe kir û ev di jiyana min de serdemek nû da destpêkirin. Bersiva vê pirsê jî tevlîbûna nava refên gerîla bû. Armanca min li ser xeta tevgera Azadiyê, bi rêbazên têkoşîna Apoyî bersivdana dagirkerî û tevkujiyê ye.”

‘JI BO BERSIVDAYÎNA DAGIRKERIYA LI SER EFRÎNÊ MIN BERÊ XWE DA QADÊN AZAD’

Gerîla Gîvara, wek her ciwanekî Kurd li hember dagirkeriyê hêrseke mezin dijî. Bi taybetî di dema dagirkeriya Efrînê de êdî nikare bêdeng bîmine û biryara têkoşînê dide. Hestên xwe yên wê demê jî wiha parve dike; “Ji ber zilm û zordariya heyî, min xeta Apoyî hilbijart. Li her çar perçeyê Kurdistanê li ser gelê Kurd pergala tinekirinê dihat meşandin ji ber vê yekê min biryar da ku ez beşdarî nava refên azadiyê bibim. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her derê ku hebûna gelê Kurd heyî de êrîşên herî hovane heta roja îro pêk tîne. Li Rojavayê Kurdistanê di dema dagirkeriya Efrînê de li ser gelê me tevkujiyek pêk anîn, min nedikarî tenê dîmenên komkujiyê temaşe bikim. Kal, pîr, jin, zarok û ciwan dihatin qetilkirin. Gelê me yên bê guneh dihatin kuştin, diviyabû gava yekemîn a ber bi azadiyê bihata avêtin û serîrakirinek bihata jiyîn ji ber vê yekê min berê xwe da nava refên gerîla. Ji bo tolgirtina şehîdan û tinekirina dagirkeriyê min biryara jiyaneke nû da. Her ku raman û felsefeya Rêber Apo fêr dibim hîn zêdetir fikrekî netewî û azad pêş dikeve. Ji bona serkeftina gavên azadiyê min biryar da ku cihê xwe di nava refên Tevgera Azadiyê de bigirim. Tevlîbûna min jî di dema êrîşên li ser Efrînê de çêbû.”

‘XETA PKK’Ê BI RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA APOYÎ VE BERSIDVA DAGIRKERÎ Û TEVKUJIYÊ YE’

Gerîlayê HPG’ê Gîvara Kurdan di berdewamiya nirxandinên xwe de balê dikşîne sîstema dagirkeriyê û wiha dibêje; “Ji aliyê sîstemên serdest ve li ser gelê Kurd êrîşên herî hovane tê meşandin ev pir eşkere li holê ye. Çavgirtina vê rastiyê bêwijdanî ye. Bi rastî kesên ku bi navê Kurdbûnê dijîn çawa dikarin çavê xwe êrîşên dagirkeriyê re bigrin û rehet razên. Zilm û zordariyek li ser netewa Kurd tê meşandin, xakên herî bi nirx tên dagirkirin, çavên ku tenê temaşeyî vê dîmenê bike divê yekser bikeve nava tevgerê. Di destpêkê de min vê pirsê ji xwe kir û ev di jiyana min de serdemekî nû da destpêkirin. Bersiva vê pirsê jî tevlîbûna nava refên gerîla bû. Armanca min; li ser xeta tevgera Azadiyê, bi rêbazên têkoşîna Apoyî bersivdana dagirkerî û tevkujiyê ye. Bi sedan sal e gelê me êrîşên herî hovane re rû bi rû dimîne, divê em jî bi têkoşîna azadiyê re dijmin tengav bikin, tine bikin. Ji ber vê yekê tevlî nava refên gerîla bûm. Di jiyana gerîla de me dît ku sîstemên serdest hewl didin ku li ser ciwanên Kurd dûrketina çandî pêş bixin. Li her derê gelê Kurd dihat qetilkirin, xakên me dihatin dagirkirin lê belê hestên Kurdbûnê di nava civaka me de ji aliyê sîstemê ve hatibû lewaz kirin. Ji ber vê yekê rastiyên heyî nedihat dîtin. Bandoriya pergalê û polîtîkayên ku dijmin li ser me dimeşînê pir kûr e, bêguman tenê bi fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re mirov dikare ji bandorên heyî rizgar bibe û vegere cewhera xwe. Mirov dema ku bi cewhera xwe bijî wê demê polîtîkayên qirkirinê jî bi awayekî herî baş eşkere dike. Ji ber ku kiryarên dagirkeriyê di asta herî jor de li ser exlaq, çand û neteweyî pêktê.”

‘DIVÊ GELÊ ME YÊ BAŞÛR DI NAVA REFÊN AZADIYÊ DE CIHÊ XWE BIGIRIN’

Dagirkeriya ku li ser xakên Başûrê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe, hêzên ku bi hevre hevkarî dikin bi armanca tine kirina gelê Kurd dibin yek. Gerîla Gîvara jî ji bona serhildanê banga gelê herêmê dike û wiha dibêje; “Siyasetên dijminahî ya ku li ser gelê me tê meşandin divê bi rêxistinbûnekî xurt re bêbersiv nemînê. Dema ku mirov siyasetê dijmin fêm bike û her di nava lêgerînê de tevbigerê wê teqez dikare bersiv bide. Bersiva herî xurt jî di nava tevgera Apoyî de digihîjê serkeftinê, dikare sîstemê pûç bike. Ji ber ku mirov di nava lêgerîna azadiyê de dikare bigihîjê cewhera xwe. Di nava refên Tevgera Azadiyê de hestên neteweyî di asta herî jor de tê jiyîn lewra ji berjewendiyên takekesî dûr ji bona rizgariya gelan têkoşîneke xurt pêş dikeve. Sîstemên serdest li gorî xwe şikil didin civakê lê dema ku bi cewherî bijîn, hestên neteweyî pêş dikeve, ne ji bo xwe ji bona civaka xwe dijîn.”

‘MIN DI FIKIR Û FELSEFEYA SEROK APO DE RÊYA JIYANA BI CEWHER DÎT’

Gerîlayên azadiyê bi felsefeya jiyana azad re roj bi roj bi hêz dibin û ji bona mezinkirina têkoşîna azadiyê bangawaziya gelê Kurd dikin. Gerîla Gîvara wekî gerîlayekî HPG’ê biryardariya xwe a di derbarê serkeftinê de wiha tînê ziman; “Ji bona azadiya gelan em ê her tim têbikoşin, li hember zordariyê bersiva herî xurt bidin. Wekî Kurdekî û gerîlayekî banga gelê Başûr dikim da ku di rêya azadiyê de cihê xwe bigirin. Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker û faşîst dimeşînê ti carî nayê qebûlkirin. Her ku li hember êrîşên dagirkeriyê bêdengî bê jiyîn wê asta êrîşkariyê jî bilindtir bibe.”

‘TI HÊZ NIKARE LI PÊŞIYA ÎRADEYA GEL BISEKINE, JI BER VÊ ÇARESERÎ SERHILDAN E’

Ji milekî ve êrîşên dagirkeriyê didomin ji milê din de jî gerîlayên Kurdistanê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê dibin. Gerîla Gîvara di dawiya nirxandinên xwe de girîngiya şerê gelê şoreşgerî wiha tîne ziman; “Taybet heke gelê me yê Başûrê Kurdistanê li hember êrîşkariyê bêdeng bimînin wê tevkujiyên mezin çêbikin. Heke niha pêşî li dagirkeriyê neyê girtin, gelê me ber bi azadiyê ve nemeşin, li hember îxanetê nesekinin wê di demê pêş de dibe ku ji bona xilasiya wê pir direng be. Niha dem dema serkeftin, dema dema serîrakirinê, qebûlnekirina bindestî, koletî û dagirkeriyê ye. Gelê Kurd û bi taybetî ciwanên Başûr li hember zilim û dagirkeriyê ku bi hevkariya îxanetê tê meşandin, roj bi roj xakên Başûrê Kurdistanê tê firotin divê serî rabikin, beşdarî nava refên gerîla bibin. Divê her Kurdek, bi taybetî ciwanên Kurd bersiva herî xurt li hember dagirkeriyê bidin, divê em şahadeta heval Helmet bê bersiv nehêlin. Emê bersiveke wiha bidin dijmin ku êdî nikaribe gavekî jî di xakên me de pêşve biçin ango gavek jî li ser xakên me de bimeşin. Bi destê PDK’ê ve gelek cîhên Kurdistanê ji bona hêzên dagirker hatiye pêşkeşkirin. Gelê me jî baş dizanê ku kî piştgiriya gel dike an jî kî li gel dijmin cih digire. Tenê gerîlayek jî bimînê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi gelê xwe re têbikoşin. Li hember dagirkeriyê em ê bibin bersiv. Li Şeladizê, binarên Qendîlê, Xakurkê gelê me tên şehîdkirin lê rêveberiya Başûr bêdeng e. Ji ber vê yekê divê gel û gerîla bi hev re bersiva êrîşan bidin. Çareserî, serîhildana gel e. Ti hêz nikare li pêşiya îradeya gel bisekinê. Pêwîst e serhildan çêbibe, raperîn çêbibe. Mirovên xwedan wijdan divê bi hestên neteweyî bersiv bidin. Bi yekîtiya gelan wê meşa û hêviya azadiyê bi ser bikeve, dijmin wê li ser xakên Kurdistanê bê tinekirin.”