Girtiyên nexweş li ber mirinê berdidin

Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Salih Tekîn diyar kir, girtiyên nexweş li ber mirinê tên berdan, yan jî cenazeyên wan ji girtîgehê tên derxistin.

Têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyan Saziya Tip a Edlî gelek caran rapora "Nabe ku li girtîgehê bê hiştin" bide jî Wezareta Edaletê, Dadgeha Destûra Bingehîn û dadgehên herêmî van raporan ji nedîtî ve tên. Malbatên girtiyan jî dixwazin pirsgirêk tavilê bê çarserkirin û xizmên wan bên berdan.

Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED) Salih Tekîn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Tekîn destnîşan kir ku ev pirsgirêk divê li derveyî nêrîna siyasî bi hesasiyeta mirovî bê çareserkirin. Tekîn anî ziman, ji bikaranîna mafê xwe yê tenduristiyê heta taloqkirina ceza gelek neheqî li girtiyên nexweş tên kirin û diyar kir, êdî derman dermankirina li derve li aliyekî, li hundir jî nayên dermankirin.

MIROVÊN BI NEXWEŞIYÊN KRONÎK TÊN GIRTIN

Tekîn diyar kir, girtiyên nexweş dema ku gihîştin ber mirinê, yan jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan, hingî rayedarên pêwendîdar biryara berdanê didin û got, "Pirsgirêka girtiyên nexweş ti carî nebû yek ji rojevên bingehîn ên li Tirkiyeyê. Bi dehan girtiyên nexweş hene ku nikarin rabin û bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. Em jî di nav de gelek saziyên mafên mirovan ên serbixwe têkildarî vê pirsgirêkê serlêdan kirine, rapor amade kirine. Me ev pirsgirêk gihand heta ber destê raportorên Yekîtiya Ewropayê. Lê belê heta niha gavek nehatiye avêtin. Avêtina gavê li aliyekî, mirovên li derve yên nexweşiyên kronîk bi wan re hene tên girtin. Herî dawî ji Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek tevî ku nexweşiyên xwe hene hate girtin. Girtin rewşeke ji bo tedbîrê ye, lê belê bi rengekî welê tê bikaranîn ku jiyana mirovan dixe metirsiyê. Ev yek bi tena serê xwe pirsgirêk e."

MUXALEFET Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL LAWAZ DIMÎNIN

Tekîn destnîşan kir ku li gel bêdengiya desthilatdariya heyî, lawaziya muxalefetê û rêxistinên civakî yên sivîl dibe sedem ku pirsgirêka girtiyên nexweş mezintir bibe û got, "Ji ber ku saziyên mafên mirovan ên serbixwe nikarin li girtîgehan lêkolînê bikin û agahî nayên parvekirin ku girtî dikarin derfetê tenduristiyê bi kar bînin yan na, tenduristiya girtiyên nexweş bêhtir dikeve nava rîskê. Lawaziya gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li pêşberî vê pirsgirêkê, karê me girantir dike. Her wiha em zehmetiyê dikişînin ku xwe bigihînin girtiyên nexweş ên di lîsteyên me de ne. Ji Edîrneyê heta Derya Reş, ji Anatoliya Navîn heta Wanê li gelek girtîgehan girtiyên nexweş hene. Ji ber ku em bi tena serê xwe muxatebê van pirsgirêkan e, bersiv ji serlêdanên me re nayê dayin."

KARÊN ME ÎLLEGAL NÎŞAN DIDIN

Têkildarî karên federasyonê jî Tekîn got, "Em mafên mirovan lêkolîn dikin, li ser wan raporan amade dikin û pêşkêşî saziyên pêwendîdar dikin. Karên me car carna ji nedîtî ve tên, ji ber ku li welêt siyaset tengav bûye. Her wiha zexteke giran li ser çapemeniya muxalîf e. Di parvekirina daxwazan de ya ji bo raya giştî pirsgirêkên cidî rû didin. Tevî ku karên me eşkere ne û li raya giştî vekirîne hewl didin ku karên me îllegalîze bikin. Em nikarin raporeke xwe ya li ser girtîgehan jî li derve eşkere bikin. Neçar dimînin ku li nava saziyê bi zor û zehmetî eşkere bikin."