Girtiyê nexweş ku felc bûyî dîsa birin girtîgehê

Selahattîn Genç ku ev 29 sal in girtiye, felcê lê da û rakirin nexweşxanê. Genç piştre dîsa birin girtîgehê.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê hejmara girtiyên nexweş her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî insanî bêpar tên hiştin, bi hêviya mirinê ve têne hiştin. Li tevî hemû bangewaziyan û hewldanan jî girtiyên nexweş nayên dermankirin. Yek ji girtiyên nexwşe jî Selahattîn Genç e ku ev 29 sal û 2 meh in di girtîgehê de ye. Ji bo berdana Genç hêj salek ma ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Amedê tê ragirtin. Hat zanîn ku rewşa Genç her ku diçe xerabtir dibe û di 16 mehê de jî felca qismî ya demkî derbas kir. Diyar bû ku felcê li mil û destê çepê yê Genç daye û hêj tedawiya wî ya li nexweşxaneyê xelas nebûyî, dîsa şandin girtîgehê. Genç, nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne. Têkildarî mijarê hevjîna Genç, Ayşe Genç axivî û xwest ku hevjînê wê were berdan. 
 
Genç, da zanîn ku bi felca qismî ya demkî re rewşa hevjînê wê girantir bûye û wiha domand: “Ev 29 sal û 2 meh in girtî ye. Dema ji ewil hatiye girtin, birin Xarpêtê. Piştre jî birin girtîgehên Mîdyad, Kirikkale, Şirnex, Rîze û Amedê. Li gelek girtîgehan ma. Niha jî ji ber nexweşiya xwe aciz e. Heta niha gelek caran hatiye emeliyatkirin. Cara ewil ji rûviyên xwe emeliyat bû. Kezeba wî xitimiye û îltîhabê girtiye. Carekî jî anjiyo bûye. Vê çarçema borî em çûn serdana wî. Me dît ku nîvfelc bûye. Nikare li girtîgehê bimîne. Bi zor û zehmet dimeşiya. Dest û lingên wî dileriziyan. Nikare sexbêra xwe ya rojane bike, nikare xwarinê bixwe û heta nikare cigareyekî jî bipêçe. Beriya felcê jî nedikariya van tiştan bike. Lingê wî niha hinek baştir e lê destên xwe hîs nake û diricifin.” 
 
Di berdewamê de jî Genç da zanîn ku astengkirina tedawiya wî dibe sedema giranbûna nexweşiya wî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku were berdan. Emrê wî li girtîgehê derbas bû. Nayê dermankirin. Divê ev kes li nexweşxaneyê bê dermankirin. Gelek nexweşiyên wî hene. Li gel van nexweşiyan, her wiha bronşît û astima wî jî heye. Divê were dermankirin. Kesekî ku felcê lê daye, divê herî kêm heftiyekê di bin çavdêriya bijîşkan de be. Lê belê wisa nekirin. Tenê du rojan li nexweşxaneyê ma û piştre dîsa şandin girtîgehê. Daxwaza me ew e ku hevjînê min bê berdan.”