Girtiyên nexweş: Eger wê tiştek bê kirin divê niha bê kirin, ne ku piştî em hatin kuştin

Êşkence û kiryarên xerab ên li dijî siyasî siyasî dewam dikin ên meha derbasbûyî ji Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê sirgûnî Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê hatin kirin.

Li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê, li gel nerazîbûnan jî ev demeke êşkence û kiryarên xerab dewam dikin. Piştî ku raya giştî bi êşkenceyê hesiya, rêveberiya girtîgeha kiryarên xerab, lêdan û êşkence girantir kir.

Nêzî 300 girtiyên siyasî yên beriya niha li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê hatibûn komkirin, bêyî îradeya xwe ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin.

Piştî ku malbatên girtiyên siyasî li girtîgehê geriyan, pê hesiyan ku hatine sirgûnkirin.

Di nava koma navborî de 8 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê hatin kirin.

Eşkere bû ku rêveberiya girtîgehê û leşkeran li Girtîgeha Akçadagê êşkence li girtiyan kirine.

'EV DER GIRTÎGEHEKE XWECIHÎ Û MILÎ YE'

Girtiyên siyasî bi rêya malbatên xwe gotin, "Piştî ku em li vê derê hatin kuştin bila kes wêneyên me ranekin, eger wê tiştek bê kirin divê niha bê kirin. Bi gotina 'Ev der girtîgeheke xwecihî û milî ye. Mirin heye, tawîz nîne' gef li me tê xwarin. Alavên me yên jiyanî yên ku me ji girtîgeha jê hatin sirgûnkirin anîn, hatine desteserkirin."

'WÊ ÇI BÊ KIRIN, DIVÊ NE SIBE LÊ ÎRO BÊ KIRIN'

Girtiyan bi dewamî gotin, "Hevalê me Mehmet Yamaç ê girtiyê nexweş, bi lêdanê anîn ber mirinê. Girtiyên siyasî hemû yên ku heta niha ji bo wan gotin 'întihar kirine', hemû bi rê û rêbazên cuda yên êşkenceyê hatine kuştin. Li girtîgehê her roj mirov tên kuştin, lê desthilatdarî vê yekê 'întiharê' pênase dike. Ev teqez derew in. Niha li vê derê weke girtiyên siyasî jiyana me ewle nîne. Di vê mijarê de raya giştî ya demokratîk divê tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Eger wê tiştek bê kirin divê niha bê kirin, ne ku piştî em hatin kuştin."