Girtiyên çalakvan ceza dikin

Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a TUHAY-DER a Wanê Kenan Kara destnîşan kir ku li dijî çalakvanên di greva birçîbûnê de, cezayê disiplîn û hucreyê zêdetir bûne.

Ji TUHAY-DER’ê Kan Kara, anî ziman ku şewba vîrûsa Korona wek hincet tê nîşandan û tecrîd li hemû girtîgehan tê pêkanîn.

Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgeh a TUHAY-DER a Wanê Kenan Kara têkildarî grevên birçîbûnê yên li Girtîgehên Wan, Erzirûm, Agirî û Mûşê dom dike û dîsa zextên li ser girtiyan ji ANF’ê re nirxand.

Kara anî ziman ku armanca wan ew e ku deng û pirsgirêkên girtiyan bide bihîstin, lê pir rastî astengiyên mezin tên. Kara diyar kir ku bi saya hevdîtinên malbatî yên girtiyan ên bi sînordar dikarin agahiyan bigirin û got: “Xebatên me yê TUHAY-DER ji Wanê bigire heta Serhedê dewam dikin. Armanca me gihandina deng û pirsgirêkên girtiyan e. 7 meh in grev didome. Li hemberî daxwazên greva birçîbûnê yek gav neavêtin, fikarên me jî çêdike.”

Kara destnîşan kir ku grevên birçîbûnê mijareke ne tenê girtî, hemû civakê ji nêzîk ve eleqedar dike, divê hemû beşên civakê xwedî li dengê grevên birçîbûnê derkevin.

Kara da xuyakirin ku bi taybet di dema şewba vîrûsa koronayê de li hemû girtîgehan, tecrîd li ser girtiyan tên ferzkirin û wiha domand: “Girtiyên dikevin grevê cezayê disiplînê lê tên birîn, tên tecrîdkirin. Ji hemû mafan tên mehrûmkirin. Divê daxwazên maqûl ên girtiyan bên qebûlkirin.”