Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku berdana wî gelek caran hatibû redkirin, jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Amedê de vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de bû û ligel ku gelek caran ji bo berdana wî bang hatibû kirin jî nehatibû berdan.

Guneş di 2’ê Çileya 1993’an de di 23 saliya xwe de hatibû girtin û cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. Guneş demeke dirêj e li hemberî penceşêra pişik û hestî tedawî dibû û heta niha sirgunî 15 girtîgehan hatibû kirin. Nexweşiyên wî piştî êşkenceya giran derketibû holê. Ji ber ku parsûyên wî hatibû şikandin, dil û pişika wî dihat eciqandin û nikaribû baş bêhnê bistîne. Ji ber şertên giran ên girtîgehê jî nexweşiyên wî zêde bûbûn.

Di sala 2007’an de di pişika wî de bi dehan tumorên 1 cm hatibû dîtin û dema ku parsûyên wî hatibû ameliyatkirin jî derketibû holê bi penceşêra hestiyan e. Guneş ji ber vî tiştî 2 caran ameliyat bûbû û di sala 2009’an de bijîşkan diyar kiribûn ku ew bi KOAH’a giran û Apneya Xewê jî ketiye. Bijîşkan diyar kirbû divê heta dawiya emrê xwe bi cîhaza bêhnvedanê razê û bi roj jî maskeya oksîjenê bi kar bîne.

Ji ber dermanên ku bi kar dianî nexweşiyên wekî epîlepsî, glokom û di gurçikên wî de jî kevir çêbûbû. Ji ber serlêdana parêzeran Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dabû  lê Saziya Tipa Edlî di 29’ê Çileya 2014’an de raporeke nû amade kiribû û biryar dabû Guneş bi tena serê xwe dikare li girtîgehê bimîne. Di Tîrmeha 2014’an de ji ber ku penceşêra wî lê giran kiribû parêzeran ji bo berdanê serî li Dadgeha Makeqanûnê dabûn lê encameke erênî nehatibû stendin.

Xwişka wî di 3’ê Cotmeha 2020’an de di çalakiya Rûniştina F a 445’emîn de ya ku Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê li dar dixe axivîbû û gotibû ‘Mirin li ser birayê min tê ferzkirin.’