Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye, ji ber rewşa wî giran bûye wî rakirin nexweşxaneyê.

Girtiyê nexweş Nurettîn Başaran ê ku li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin jî sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye, li gorî agahiya ku herî dawî malbata wî dabû, tilîyên piyên wî pûç bûne. Hat ragihandin Başaran ê ku bi sendeleyeya biteker diçe û tê ji ber rewşa wî giran bûye, îro rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

'BI LEZGÎNÎ WERIN'

Li gorî agahiyên birayê wî Mehmet Başaran dan, rêveberiya girtîgehê li wan geriyaye û gotiye îro bên nexweşxaneyê. Başaran ev agahî ragihandin: "Îro rêveberiya girtîgehê li me geriya. Ji me re got 'birayê we rakirine nexweşxaneyê'. Der heqê rewşa wî de agahî nehatin dayîn. Tenê ji me re gotin, 'Divê hûn bi lezgînî bên nexweşxaneyê'. Em niha di rê de ne û diçin nexweşxaneyê."

Nûrettîn Başaran li Girtîgeha Siwêrega Rihayê girtî ye.