Girtiyê nexweş Aslan: Zext û zordarî li me tê kirin

Girtiyên nexweş Alî Aslan ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 4 a Amedê tê girtin, diyar kir ku zext û zordarî li wan tê kirin, çend rojan xwarin jî nedane wan.

Hevserokê berê yê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan ku nexweşê tansiyona bilind û şekir e, bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan kir.

Aslan anî ziman ku li girtîgehê ew birçî têne hiştin û got, "Gelek rojan xwarinê jî nadin. Xwarina ku dide 4 kesan têra zarokekî 6 salî jî nake. Em gelek caran birçî radizên. Dema ku dixwazin bi pereyê xwe ji kantînê tiştekî bikire, nîvî didin. Ji me re dibêjin ku mafê me ewqas e."

Aslan ku Kanûna 2019'an hate girtin beriya 9 mehan ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi zorê sewqî Amedê hatibû kirin.

Aslan anî zima ku ew nebiriye bloka girtiyên siyasî û di nava şert û mercên giran de ne. Aslan got, "Zext û zordarî li me tê kirin."