Girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, dermanê wî nedane wî

Derket holê ku demeke dirêj dermanên girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku jiyana xwe ji dest dabû, nedane wî.

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Amedê de vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de bû û ligel ku gelek caran ji bo berdana wî bang hatibû kirin jî nehatibû berdan. Cenazeyê Guneş rakirina Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Malbata wî ya li Edeneyê jî ji bo wergirtina cenaze ber bi Amedê ve bi rê ketin.

Nûnerên TÛHAY-DER, MED TÛHAD-FED, OHD û yên saziyên din hatin pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatine betalkirin yên ku li Baroya Amedê 30 roj di Nobeta Edaletê de ne jî hatin pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Parêzer Aslihan Bûlût a ku rêveberya TÛHAY-DER’ê ye diyar kir ku Guneş çend roj berê ji bo miayeneyê birine nexweşxaneye û di vegerê de ji bo ku hevdîtina rûbirû ya hevalên xwe yên odeyê asteng neke, xwestiye biçe hucreya yekkesî. Bûlût bal kişand ser vî tiştî ku Guneş 5 roj in di hucreya yekkesî de ye û di destê sibehê di dema hejmartinê de dîtine ku jiyana xwe ji dest daye. Bûlût got “Demeke dirêj e dermanên nexweşê penceşêrê Guneş nehatiye dayîn, ji ber vî tiştî gelek caran daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re hatiye nivîsandin lê ev daxwaz pêk nehatiye.”