Girtiyê ku gardiyanan êşkence lê kir: Wê min bikujin

Girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ê berî niha li girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve dest û tiliyên wî hate şikandin, carekî din ji aliyê gardiyanan ve hate êşkencekirin.

Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 3'yan girtiyê edlî Kurbanî Ozcan telefonî malbata xwe kir û ragihand ku gardiyanan lêxistiye. Di 7'ê Gulanê de jî gardiyanan li Ozcan xistibû û tiliyên destên wî şikandibûn.

Ozcan telefonî dêya xwe Gulan Ateş a 65 salî kir û got: "Gardiyan tim li min dixin, Êşkence dikin. Tim heqaretê dikin û çêran dikin. Heger wisa dewam bike, wê min bikujin."

Dayik Ozcan, diyar kir ku mehek e gardiyan tim li kurê wê dixin û got: "Em ditirsin. Tim li kurê min dixin. Mehek berê jî tiliyên kurê min şikandibûn. Bila dev ji vê tahde û îşkenceyê berdin."