Girtiyê ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye, nayê berdan

Girtiyê siyasî Cahît Abûkan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê ye, tevî ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye jî nayê berdan.

Girtiyê siyasî Cahît Abûkan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê ye, 12 sal in girtî ye.

Cezayên ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" lê hatin birîn, 14'ê Çileyê qediyan.

Lê belê tevî vê yekê jî bi rapora "Desteya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê nayê berdan.

PARÊZER OZKAN: SÛC TÊ KIRIN

Parêzerê Cahît Abûkan Servet Ozkan diyar kir ku cezayê li muwekîlê wî hatiye birînq ediya ye, divê niha hatibûya berdan, lê belê rêveberiya girtîgehê bi bernedana wî sûc dike û wî li girtîgehê dihêle.

'ME GILÎ KIR'

Ozkan got, "Bi beyanên kêfî muwekîlê min nayê berdan. Em li ber biryara rêveberiya girtîgehê rabûn û giliyê endamên desteyê kirin."