Girtiyê berê Mustafa Nesanir jiyana xwe ji dest da

Mustafa Nesanirê ku di navbera salên 1993-2020‘an de ji doza PKK‘ê hatibû girtin, serê sibê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da.

Mustafa Nesanirê ku di navbera salên 1993-2020‘an de ji doza PKK‘ê hatibû girtin, serê sibê li Dîlokê jiyana xwe ji dest da.

Nesanir ê ku di sala 1974'an de li Dîlokê dayik bû, di temenê 18 saliya xwe de hat girtin û di 45 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Li girtîgehên Dîlok, Meletî, Semsûr, Gurgum, Silîfke, Amasya,Erzirom, Yozgat, Antalya û Amedê hate girtin.

Nesanir ê ku piştî ji girtîgehê derket piştî demeke kin nexweş ket, ev salek bû bi pençeşêra pişikê re şer dikir.

Sibê wê ji bo Nesanir li bajarokê Narli yê Pazarcixê merasîmek bê lidarxistin û di heman rojê de li gundê wî Ûsane Jêrî bê definkirin.