‘Girtiyan ji bo azadiya gel li ber xwe dan‘

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Wanê dan destpêkirin, di roja 21'an de didome.

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan, li avahiya Baroya Wanê di roja 21’an de berdewam dike.  Îro Parlamenterê Wanê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayip Temel û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, serdana malbatan kir.

'EV NE MIRINÊN JI RÊZÊ NE'

Di serdanê de Parlamenterê HDP’ê Tayip Temel anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî Kurd û hemû nirxên Kurdan êrîşek pir dijwar heye û wiha got “Rejîma faşîzm a AKP-MHP’ê wekî her qadê zindan jî kirine qada zilmê. Gelek girtî li zindanan şehît ketin. Ev ne mirinên ji rêzê ne. Ev her yek cînayet û komkujî ne. Ev şehîdên gel in. Wan ji bo azadiya gel li ber xwe dan. Dayik li dijî vê zilmê nobedê digirin. Ev nobeda wîcdanê ye. Em wekî HDP li cem wan in.”

'AKP Û MHP LI SER DIJMINATIYA KURDAN POLÎTÎKAYAN PÊŞ DIXE'

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir jî anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminantiya gelê Kurd dike û wiha got: “AKP û MHP îro li ser dijminantiya Kurdan polîtîka pêş dixe. Demek dirêje li Kurdistanê li dijî hemû nirxên Kurdan polîtîkayên dijminantiyê pêş dixe.”