'Girtiyan bi hêviya mirinê ve dihêlin'

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê Azad Kalkan, çû serdana "Nobeda Edaletê" ya Wanê û ji bo ku îşkence bi dawî bibe banga piştevaniyê kir.

"Nobeda Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hatiye destpêkirin di roja 75'an de berdewam dike. Nobeta îro ji aliyê Dayka Melîk Demîragaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmaya Balkikesîrê dimîne Emîne Demîragaç, hevjîna Ebadîn Abî yê ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ya hejmar 2 dimîne Zubeyde Abî, Hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne Dilşah Alkan û bavê Boltan Tîmru ê li heman girtîgehê dimîne Kazim Tîmur ve hat girtin. Endamên Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê serdana çalakiya nobedê kirin. 
 Hevserokê Komeleyê Azad Kalkan di serdanê de axivî. Azad diyar kir ku binpêkirinên mafan herî zêde li girtîgehan tên kirin û  bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Azd anî ziman ku girtiyên nexweş li gel rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" nayên tahliyekirin û got, "Hikûmeta ku hêzê ji valahiya pergala edaletê digire, bi taybetî jî girtiyên siyasî ên Kurd bi hêviya mirinê ve dihêlin. Em û hevalên xwe heta dawî li pişt têkoşîna dayikên xwe ne."
 Azad bang li rêxisitnên demokratîk jî kir û got, "Ji bo ku ev trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan pêk tê bi dawî bibe divê her kes çi diestên wan tê bikin."