Girtina Deriyê Pêşxabûrê ziyanê dide Rojava-Başûr

PDK her cara ku firsendê bi dest dixe, bi girtina deriyê sînor ê Sêmalka û danîna qereqol û navendên nû dixwaze şoreşa li Rojava bi fetisîne û lewaz bike.

Ji destpêka Şoreşa Rojava 2011’ê û vir ve siyaseta PDK ku Binemala Barzanî pêşengtiya wê dike, bi kiryar û helwestên xwe û dîsa bêyî biryara Parlamenta Herêma Kurdistanê zextê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriye dike.

BI XENDEKAN BAŞÛR JI ROJAVA QÛT KIRIN

Bi taybet di dema êrîşên çeteyen DAÎŞ’ê li Kobanê xurt bûn, PDK li şûna ku destê alîkariyê dirêjî Rojava bike, tevahî sînorê xwe yê bi Rojava re dest bi kolandina xendekan kiribû. Her wiha li herêmên nakok ku weke madeya 140 tê zanîn jî bi xendekan ji Başûrê Kurdistanê qût kir.

Li ser nerazîbûna şêniyan pêşmergeyên PDK’ê, di şeva 14-15’ê Nîsanê de gule li şêniyan reşandibû û welatiyê bi navê Mewlid Nezîr Hecî Yunisê (32), gava dixwest li ser Sêmalka re derbasî başûrê Kurdistanê bibe hatibû qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûbûn. 

HEMWEXTÎ PDK’Ê ALIYÊ TIRKIYE JÎ DÎWAR LÊ KIR

Hem wextî PDK’ê ya ku li ser sînorê Rojava xendek kolan, dewleta Tirk a dagirker jî, li aliyê sînor berê xendek vedabûn û paşê jî sînor bi dirêjiya bi sedan kîlometiran dîwar kiribû û Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qût kiribû.

PDK li gel bazar û siyaseta bi ENKS’ê ya li ser Rojava têr nabe, bi girtina Deriyê Sînor ê Pêşxabûr tim zextê li Rojava dike. Rê nade birîndar, kesên nexewş û alîkariyên mirovî bigihêje xelkê Rojava. Tim deriye sînor ê pêşxabûr li hember Rojava weke çekekê bikar tîne. Her tengasî û êrîşên li ser rojava zêdetir dibe, em dibînin PDK’ê bi kiryar û girtina deriyê sînor dikeve rojevê.

PDK BÊ BIRYARA PARLEMENTOYÊ DERIYÊ SÎNOR DIGIRIN

Piştî ku 28-29’ê Tebaxa 2021’ê PDK’ê komek gerîla li Heftenînê xistin kemînê 5 gerîla şehîd bûn, aqûbeta 1’ê diyar nîne û 1 jî bi saxî xwegihand cihê xwe. Di nava koma gerîla de du gerîla ji Rojavayê Kurdistanê bû. Li ser vê malbatan li ber Deriye Sînor ê Pêşxabûr ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe dest bi çalakiyê kir. 

Ciwanan jî ji bo piştgirî bidin vê dest bi meşê kirin. Dema ciwan gihiştin derî, hêzên ser bi PDK’ê êrîş kirin. Piştî vê 16’ê Kanûna 2021’ê hêzên ser bi PDK’ê bê agahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê deriyê Sînor ê Pêşxabûr girt. 

Piştî girtina Pêşxabûr Deriyê El-Welîd 35 km dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye û rêveberiya deriyê Pêşxabûr ê girêdayî PDK`ê rêveberiya deriyê El-Welîd dike.

Deriyê El-Welîd beriya 4 salan hate vekirinda ku madeyên lêkirinê weke çemento û hesin derbas bibe.

DERIYÊN SÎNOR DEMAREKE JIYANÊ YE

Deriyê Sêmalka ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê yek ji deriyê girîng e, li sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê ye. Ev derî ku her wiha deriyê bazirganiyê ye jî, derman, malzemeya tibî, zad jî jê derbas dibe.

Her wiha ji bo tedawiya nexweşên, dîsa birîndarên ji êrîşên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk ji Rojava jî deriyê Sêmalka deriyê derbasbûnê ye ku li Başûr bên dermankirine. Ji ber vê jî pir girîng e. Di şerê dijî DAÎŞ'ê de yên ku birîndar dibin ji bo tedawî bibin diçin Başûrê Kurdistanê.

ZIYAN LI WELATIYÊN HERDU ALIYAN DIBE

Bi girtina deriyên sînor ziyan bi welatiyên herdu aliyan dikevin. Bi taybet jî Rojava, ji ber ku hemwext êrîşên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk bê navber dewam dike. Ji aliyê rejîma Sûriye ve jî zext hene. Bi taybet di dabînkirina xorek û berhemên derve, dike ku bazar giran bibe û welatî nikaribin pêwîstiyên xwe yên jiyanî peyda bikin. 

Heman tişt ji bo Başûr jî derbas dare. Deriyên Sêmalka û El Welîd jî bazirganiyê kelûpelên cuda cuda derbas dibe. Bazar giran dibe. Bandorê li tevahî jiyanê taybet mijarên rojan e dike.

BANGÊN JI BO VEKIRINA DERIYÊN SÎNOR

Hinek bangên ku ji bo vekirina derî hatine kirin:

Berpirsê Miduryeta Giştî ya Deriyê Sînor ê BAkur û Rojhilatê Sûriyeyê Rodî Mihemed Emîn li ser girtina deriye sînordiyar kir ku bê agahiya wan Pêşxabûr û El Wedê PDK’ê girtiye. Emîn anî ziman ku girtina derî bi hinceta çalakiya dayikên şehîdan hatiye nîşandan. Rodî Mihemed ragihand ev biryar berê hatiye girtin çalakiya kon tenê hincet tê nişandan.

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku PDK'ê deriyê Sêmalkayê her tim weke amûreke şantajê bi kar anî û got, "Hûn nikarin îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî bişikînin. Em ê pêwîstiyên xwe bi her awayî peyda bikin."

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo diyar kir ku PDK`ê bi girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê hewl dide projeya demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

16 hêz û partiyên niştimanî yên sûrî got, girtina deriyê Sêmalkayê di van rewşên dijwar de, azara gelê sûrî zêde dike. Partiyan bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê kir ku ji ser biryarên xwe vegere û derî veke.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce piştrast kir ku girtina deriyên sînor planeke siyasî ya wan aliyan e ku naxwazin îstîqrar li herêmê çêbe.

Li gel van bangan jî rojane welatiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bang dikin.

Ev gavên ku PDK'ê salên dawî avêtiye û diavêje êdî di nava gelê Kurd de weke, "nokeriyê" tê dîtin. Di hemû bangên tênkirin de daxwaz ji PDK’ê tê kirin ku ji vê vegere.