Girtî bi biryar in: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dike. Kîbriye Evren, Hîlal Olmez, Evîn Kaya û Nîmetûllah Çinkiliç diyar kirin ku ew di çalakiya xwe de bi biryar in.

Rojnamevan Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê girtî ne, 59 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Rewşa tenduristiyê ya her sê girtiyên jin roj bi roj giran dibe, bi zorê avê vedixwin, ji ber deng, ronahî û bêhnê hesas bûne. Tevî vê yekê gelek kîlo li xwe kêm kirine, pirsgirêkên tansiyon û şekir li wan der bûne. Hate ragihandin, nêzî mehek e rojnameya Yenî Yaşam ji girtiyan re nayê dayin.

'EGER ÇALAKÎ MEZIN BIBE WÊ HINGÎ TECRÎD JI HOLÊ RABE'

Girtiyên jin li ser berxwedana xwe ev mesaj dan: "Têkoşîn bi ked û têkoşîna gel gihîşt vê qonaxê. Em zanin ku ked û hewldanên gel wê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Em zarokên wî gelî ne ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Gimgim û Efrîn dîtiye. Hîn jî ji ber karên me li qadên xwerêveberiyê li Cizîr, Sûr û Nisêbînê nekir, dilê me şikestiye, wijdanê me ne rehet e. Eger wê rojê em xwedî li wê berxwedanê derketibûna, rewşa niha dibe ku cuda bûya. Ji ber ku wê wextê em li ber neheqî, zilm û komkujiyê bêdeng man, niha pêvajoyeke girantir bi serê me ve hatiye.

Berî ku mirov li vir bimirin, divê her kes bi taybetî jin û ciwan bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Ev xwedîderketin wê faşîzmê qels bike û rê li ber azadiyê veke. Girîng gel timî li qadan be, çalakiyan li dar bixe. Em bang li gelê xwe dikin ku li ser vê bingehê xwedî li grevên birçîbûnê derkeve û qadan vala nehêle. Tecrîda li Îmraliyê û tecrîdkirina gel bi vî rengî ji holê dikare bê rakirin. Em ji faşîzmê netirsin, faşîzmê di tirsonekiya wê de ragirin. Em ê bi ser bikevin, gelê me wê bi ser bikeve, berxwedana me wê bi ser bikeve."

ÇINKILIÇ: REWŞA FAŞÎZMÊ BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê yên Nîmetûllah Çinkiliç e ku 59 roj in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê di greva birçîbnê de ye.

Çinkiliç ku di sala 1993'yan de li Bedlîsê hatiye dinê ji sala 2016'an ve girtî ye. Çinkiliç, nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser sedemên greva birçîbûnê. 
 
Çinkiliç diyar kir ku li heman girtîgehê ew tevî 5 hevalên xwe ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne. Çinkiliç, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên rû didin û got: "Di warê tenduristiyê de zihîfbûn, bêhalî, serêşandin heye. Lê belê moralê me pir baş e." 

Çinkiliç işaret bi tecrîdkirina Ocalan kir û got: "Ev tecrîd tenê ne li ser Rêberê me ye, li ser hemû hêzên demokrasiyê, ciwan û jinan e. Her ku tecrîd kûr dibe, faşîzm pêş ve diçe. Lê her ku tecrîd bê parçekirin wê faşîzm bi paş ve biçe. Lewma ji bo em ji vê faşîzmê xelas bibin, teqez divê tecrîd bê şikandin. Parçekirina tecrîdê jî peywira her kesên ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in'."

Çinkiliç anî ziman, divê gel, hêzên demokrasiyê û ciwan her qadê veguherînin qadên berxwedanê û divê tax, qad û kuçe bibin kelehên berxwedanê. Çinkiliç got: "Bi taybetî jî divê siyasetmedarên me tenê bi saziyan xwe sînrodar nekin, divê bi pêşengtiyeke rast hemû qadan veguherînin qada berxwedanê. Her tişt li ber çava ye. Daxwaza gelê me û hevrêyên me yên çalakger zelal in. Ji bo vê jî pratîk divê."

Çinkiliç diyar kir, ev pêvajo pêvajoyeke ku gav bi gav dîroka berxwedanê tê nivîsandin û divê ciwanên Kurd bibin pêşengê vê pêvajoyê. Çinkiliç got: "Çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê û çalakiyên hûn nikarin roja me tarî bikin, ji bo me referans in. Divê rastiya Kurdistanê jî vê rewşa heyî qebûl neke. Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin."