Girava dîrokî wêran bûye

Goristan û malên dîrokî yên Ermeniyan ên li Girava Axtamar a Wanê, ku qaşo têne parastin, wêran bûne.

Li girava Axtamarê ku şopa çanda Ermeniyan hê jî lê heye, tevî dêra dîrokî, bermahiyên wargehan û goristana dîrokî hene. Qralê Vaspûragan Gagîk di salên 900'î de Girava Axtamarê kiribû paytext. Qral Gagîk piştre li giravê bajarokekî nû, qesr, sûk û bendergeke da çêkirin. Li Girava Axtamarê ku paytexta Vaspûgaran e, heta sedsala 16'an sivîl lê diman. Bajarê Axtamarê sala 1535'an di şerê Osmanî-Îranê de hate hilweşandin.

GIRAV PIŞTÎ QIRKIRINA ERMENIYAN BÊ MIROV HATE HIŞTIN

Piştî sedsala 16'an cih û warê sivîlan li giravê nema. Heta dawiya sedsala 19'an, nêzî 300 keşîş lê diman. Piştî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an girav bê mirov hate hiştin. Beşek ji dêra ku li aliyê başûrê rojhilat ê giravê hatiye avakirin hê hilneweşiya ye. Lê belê bajarok, qesr, sûk û bendergeh bi temamî hilweşiyane. Goristanê jî xisar dîtiye. Li Girava Axtamarê ku her sal bi deh hezaran tûrîstên xwecihî û biyanî serdana wê dike, tevî dêra dîrokî, gelek bermahiyên malên Ermeniyan ên dîrokî jî hene. Ev cih û warên dîrokî wêran bûne.

TÛRÎST HERÎ ZÊDE DIÇIN GIRAVA AXTAMARÊ

Girava Axtamarê cihê sereke yê herêmê ye ku herî zêde bala tûrîstan dikişîne ser xwe. Ji kesên ku serdana giravê dikin pereyekî zêde tê girtin. Ev pereyê ji tûrîstan û gel tê girtin, heta niha ji bo Girava Axtamarê, ji bo ti berhemeke dîrokî nehatiye bikaranîn. Girava Axtamarê tevî ku qadeke SÎT'ê ye, ji bo cih û warê dîrokî û goristana li giravê heta niha karekî restorasyonê nehatiye kirin.

'GORISTANA ERMENIYAN WÊRAN BÛYE'

Mirovên ku serdana giravê dibin, ji xemsariya aciz in. Welatiyan diyar kirin ku gelek avahiyên dîrokî yên li giravê hilweşiyane û ji ANF'ê re gotin, "Girava Axtamarê cihekî bêhempa ye. Xeml û rewşa wê ya dîrokî û xwezayî gelekî bedew e. Mirov li vê derê hizûrê dibîne. Heyf e ku bi xemsarî nêzî vir dibin. Piraniya avahiyên dîrokî yên li giravê wêran bûne. Yên mayî jî di rewşeke nebaş de ne. Bi taybetî beşeke mezin a goristana Ermeniyan wêran bûye. Tevî ku cihekî divê bê parastin e, heta niha me karekî bi vî rengî nedîtine. Ji bo giravê pere ji her kesî digirin, lê ji bo giravê karek nayê kirin."