Geverê Ocalan û Efrîn silav kir

Polîsan xwestin êrîşî Newroza Geverê bikin, gel jî bi dirûşên Ocalan û Efrîn bersiv dan.

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Gever a Colemêrgê ku bi hezaran kes tevlî bû bi dawî bû. Newroza ku di bin dorpêça polîsan de li stadyuma navçeyê hate lidarxistin, gel bi cil û bergên gelerî tevlî bûn. Gel bê ku guh bidin polîsan di bendên kontrolê re ketin qada Newrozê.

Bi destpêkirina Newrozê re piştî her axaftinekê polîsan gefa êrîşê li komîteya amadekariyê dikir. Gel jî bi qîrkirina dirûşmên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Berxwedana Serdemê ya Efrînê bersiv dida.

CIWANAN BI DIRÛŞMAN BERSIV DAN

Piştî helbesta Hunermend Mervan Tan û şûnde gel dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Na Be” hate qîrkirin. Polîsan li ser rêya Oremarê pêşiya ciwana girt, bi dehan wesayîtên zirxî êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî dirûşim qîr kirin û li kolanan belav bûn. Li ser vê polîsan bi ketober gaza îsotê li taxê reşandin.